KERKÛK - 'Dê pirsgirêka zeviyên Kurdan were çareserkirin'

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Zeviyên Kurdan Erebên Hawirde Sebah Hebîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îraqê Sebah Hebîb diyar kir ku pirsgirêka çinîna genim a zeviyên Kurdan ên Sergeranê hat çareserkirin û pirsgirêka qerebûkirinê jî dê bê çareserkirin.

Komîsyoneka Parlamentoya Îraqê ji bo çareseriya pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurdan ên nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê serdana herêmê kir.

Parlamenter Sebah Hebîb ku yek ji endamê wê komîsyonê ye li ser serdan û çareserkirina zeviyên cotkarên Kurd ji Rûdawê re axivî.

Sebah Hebîb eşkere kir lihevkirin hatiye kirin ku cotkarên Kurd zeviyên xwe biçinin.

Seba Hebîb herwiha ji Rûdawê re got, “Em gihiştine peymanekê ku cotkarên Kurd zeviyên xwe biçinin.

Di heyama 6 mehan jî de em dê pirsgirêka xwedî û tapoyên zeviyan çareser bikin.

Çareserî jî hilweşîna biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ye.”

Parlamentoya Îraqê 9ê Gulanê deng li ser projeyasaya radestkirina zeviyên hatine dagirkirin da û 9 biryarên Serkirdayetiya Encûmena Şoreşê hatin hilweşandin.

Li ser biryarên Serkirdayetiya Encûmena Şoreşê zeviyên cotkarên Kurd ji wan hatibûn stendin û bi ser Erebên Hawirde hatibûn dabeşkirin.

“Zeviyên Kurdan dê li wan bên vegerandin"

Erebên hawirde beriya bi 10 rojan li 5 gundên Sergeranê li dijî Kurdan dest bi xwepêşandanê kiribûn rê nedidan Kurd zeviyên xwe biçinin.

Di 10ê Gulanê jî de li Kerkûkê dest bi wergitina genim hatibû kirin.

Sebah Hebîb li ser vegerandina zeviyên Kurdên Sergeranê jî wiha got:

“Me li hevdû kir ku zeviyên Kurdan bi rêya hilweşandina biryarên berê bên vegerandin û Erebên li ser zeviyên Kurdan jî bûn bên qerebûkirin.

Her Erebek ku bikaribe biselmîne ku di serjimêriya 1957an de li Kerkûkê ye zeviyên wî dê di destê wî de bimînin.”

Rejima Beasê di salên 1975-1979an de zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen ji wan standibû û li ser Erebêb hawirde belav kiribû.

Parlamentarê Îraqê û yek ji endamê komîsyonê Kerîm Şukir jî ji Rûdawê re got:

“Li gorî lihevkirinê heta 6 mehan dê ew pirsgirêk were çareserkirin û dê cotkarên Kurd zeviyên xwe najon.

Em jî dê raporekê amade bikin û bidin aliyên pêwendîdar ên Bexdayê.”

Komîsyona Parlamentoya Îraqê ya ji bo zeviyên Kurd hatibû pêkanîn ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulla û parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî û çend parlamenterên din pêk hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst