Efrîn: Polîsên serbazî 2 welatiyên Kurd girtin

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd ê xelkê gundê Qere Gul ê ser bi navçeya Bilbilê girtin, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê Ciwêqê jî girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarê Efrînê polîsên serbazî welatiyekî Kurd xelkê gundê Qere Gul ser bi navçeya Bilbilê bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin

Hevdem li bajarê Efrînê polîsên serbazî ser bi Tirkiye welatiyekî Kurd xelkê gundê Ciwêqê jî girtin ku heta niha sedema girtina wî nehatiye zanîn.

13ê Gulanê jî, çekdarên grûpa Siltan Murad ser bi Tirkiye welatiyekî Kurd ji navçeya Bilbilê ya Efrînê bi tohemta peywendiya li gel Rêveberiya Xwsser girtibûn, da ku tenazulê ji daxwazkirina mal û dikanên xwe bike ku çekdarên Siltan Murad berê dest danîbûn ser wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst