Otombîla welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hatiye revandin

15-05-2023
Helebja Sadon
10 Roj in otombîla welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hatiye birin
10 Roj in otombîla welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hatiye birin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 26ê meha borî, otombîla penaberekî Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesekî ve hate revandin.

Idrîs Mistefa xelkê bajarê Kobanî ye û ji sala 2014an ve li Herêma Kurdistanê dimîne. Berî 4 salan Idrîs otombîlekî dikire û biryar da ku careke din bifroşe heman kesê ku berî niha jê kirî. Lê ew kes otombîlê dibe û êdî venagerîne. Piştî heftiyekî ji birina otombîlê, ew kes nameyeke dengî ji Idrîs re dişîne û jê re dibêje ku pêwîstiya wî bi 3500 dolaran hebû, lewma wî otombîla wî biribû û daxwaz ji Idrîs kiribû ku sikalaya xwe vekêşê da ku otombîlê vegerînê.

Penaberê ji Kobanî Idrîs Mistefa dibêje: “Ji min re got ka ez dixwazim bizanim gêrê otombîlê baş e yan na û çû nema hat. Piştî ku otombîl birî, min telefona wî kir, ji min re got ku dê vegere, lê êdî bersiva min neda."

Piştî birina otombîlê ji aliyê wî kesî ve, Idrîs 55 xulekan li bendê dimîne, piştî ku bêhêvî dibe, berê xwe dide bingehê polîsan, lê heta niha ew kes nehatiye desteserkirin.

Idrîs Mistefa herwiha got: “Ez çûm bingehê polîsê tawanan li Rastî, ji min re gotin here ya Seydawa. Polîsê Seydawa ji min re gotin here polîsê Daretû. Polîsê Daretû ji min re gote here bingehê polîsê tawanan li Edale. Dawî car ji min re gotin here polîsê Azadî û her bingehek min radestî bingehê din dike û heta niha tiştek bo min nehatiye kirin.”

Kesê otombîl birî bi navê H.H. ye û niştecihê Taxa Qetewî ya  Hewlêrê ye. Ew kes di pêşangeheke otombîlan de kar dike.

Piştî birina otombîlê bi heftiyekî, nameyeke dengî dişîne û danpêdanê bi birina otombîle dike û daxwazê jê dike sikala xwe bikşîne ta otombîla wî vegerîne.

Gumanbar H.H jî got: “Ez nekesekê dizim û ne kesek im ku malê te bixwim, lê min otombîla te bir ji ber ku pêwîstiya min bi 3500 dolarî heye. Van herdu rojan ez dê vê babetê çareser bikim û otombîla te bo te vegerînim. Niza boçî min ew kare kir. Ez dê otombîla te vegerînim, lê ez bixwe nayim, lê dive tu herî bingehê polîs û sikalaya xwe vekişî."

Li gor rêveberiya giştî ya hatûçûya Hewêlêrê, her dema otombîlek hate dizîn, divê xwedanê wê yekser here polîsî nehiştina tawanan ku li wê derê nivîsîngeha dizîna otombîlan heye ji bo bi rêkarên yasayî rabin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hatûçûya Hewlêrê Fadil Hacî jî got: “Piştî ku dadwer rêûnîşanan dide me, em giştnameyekî li ser hemû navendên xwe belav dikin ku nabe ew kirîn û firotinê bi wê otombîlê bikin heta ku were diyarkirin ku ew otombîl ji bo xwedan hatiye vegerandin."

Dosya otombîlê, niha li bingehê polîsê Rastî dimîne, Idrîs jî daxwaza bilezkirina dîtina otombîla xwe dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst