Rêveberiya Xweser: Ji bo her malbatekê 300 litre mazot

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Asayişa Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser pişka her malbatekê li Rojavayê Kurdistanê ya salane di demsala zivistanê de kir 300 litre mazot.

Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê roja 14ê Gulanê biryar da, pişka her malbatekê li Rojavayê Kurdistanê salane di demsala zivistanê de dibe 300 litre mazot, ev dema ku zivistana derbasbûyî pişka her malbatekê 440 litre mazot bû.

Li Rojavayê Kurdistanê berî şerê navxwe yê Sûriyê her malbatekê nêzîkî 1000 litre mazot di demsala zivistanê de bikar dianî lê di salên şer de pirsgirêka sotemeniyê bi giştî û ya mazotê bi taybetî bandoreke mezin li sektorên çandiniyê û pîşesaziyê û bi taybetî ya çandiniyê kir ku bû sedema jinavçûna zeviyên avî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst