DBP: Tirkiye dixwaze zimanê Kurdî bi tevahî qedexe bike

15-05-2021
RÛDAW
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî 15ê Gulanê DBP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) boneya 15ê Gulanê cejna zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û got “Bi avêtina qeyûman karûbarên rêvebiriyên xwecihî yên bi pirzimanî hatin asteng kirin. Zarokxaneyên ku karûbarê xwe bi zimanê zikmakî dikirin hatin girtin, xebatên di qada çand û hunerê de hatin bi dawîkirin. Dixwazin zimanê Kurdî bi tevahî qedexe bikin.”

DBP di daxuyaniya xwe de pêşwazî li roja cejna zimanê Kurdî kir û xwest zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

DBP giringiya xebatên Celadet Elî Bedirxan yên ji bo zimanê Kurdî û çapkirina kovara Hawarê bibîr xist û got “Bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan kovara Hawar ku di 15'ê Gulana 1932 an de li bajarê Şamê bi Kurdî hate çapkirin, ev roj 15'ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Zimanê zikmakî bi zayîna mirov destpê dike, dibe perçeyek ji mirov û nîşaneya hebûnê. Kurdî jî ji sereke zimanên qedîm e. Bi sedsalan e mêtînger dixwazin vî zimanê kevnare asîmile bikin. Kovara Hawar qêrîna gelekî ye ku hatiye perçe kirin, bûye çar perçe û xwestine tune bikin. Ji ber vê yekê bandora kovara Hawar li ser ziman û wêjeya Kurdî gelekî girîng e. Û dîsa ji ber têkariya kovara Hawar dîroka çapkirinê wek cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin.”  

Herwiha DBP bla kişand ser zext û zorên li ser zimanê Kurdî û wiha dibêje “Ji roja ku Komara Tirkiye hatiye avakirin hetanî îro, ji ber ku bi hişmendiya netew-dewlet tevdigerin Tirkiye ji bo hemû gelan bûye wekî goristan. Di her demê de bi her cûreyê tundiyê êrîşî gelê Kurd kiriye. Ev êrîşên bêperwa bi hênceta derbeya 15'ê Tîrmehê gihişt asta herî bilind. Piştî 15'ê Tîrmeha 2016 an bi derxistina KHK yan, komeleyên ku li ser çand û zimanê Kurdî xebatan dikin girtin, çapemenî û weşanxaneyan qedexe kirin. Bi avêtina qeyûman karûbarên rêvebiriyên xwecihî yên bi pirzimanî hatin asteng kirin. Zarokxaneyên ku karûbarê xwe bi zimanê zikmakî dikirin hatin girtin, xebatên di qada çand û hunerê de hatin bi dawîkirin. Dixwazin zimanê Kurdî bi tevahî qedexe bikin.”

Di daxuyaniyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî DBP wiha bang kir “Em di vê rojê de ku Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin de bang dikin ku, di serî de daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî, divê zext û pestên li ser zimanê Kurdî bên bi dawî kirin û komeleyên çand û huner a Kurdan ên ku hatibûn girtin dîsa bên vekirin. Daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî divê di makezagonê de cih bigire û bibe zimanê fermî.”

DBP di daxuyaniyê de wiha berdewam dike “Cejna Zimanê Kurdî li hember polîtîkayên bişavtinê zane bûn, li hember siyaseta qirkirina ziman berxwedan, li hember jibîrkirinê jî roja lê xwedî derketin û bilindkirina têkoşînê ye.

Di 89'emîn  salvegera sazkirina Kovara Hawar de em Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî yên ku ji bo çand û zimanê Kurdî xebat û têkoşîn kirin bi rêzdarî bibîr tînin û banga lê xwedî derketina zimanê Kurdî û li hember polîtîkayên redkirinê bilindkirina têkoşînê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst