Li Licê operasyon: Şivanek û 3 kesên din hatin desteserkirin

15-04-2021
RÛDAW
Nîşan Lice Amed Tirkiye Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Tirkiyê operasyonek li navçeya Licê ya Amedê destpê kirine ku hêj berdewam e û di operasyonê de çar kes desteser kirine, ku yek ji wan şivan e.

Operasyona serbazî ku doh serê sibehê li mezrayên ser bi gundên Dêrxus, Huseynik û Karahasan ên girêdayî bajarokê Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin û tê gotin şer û pevçûn derketiye, berdewam e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li wan gund û mezrayên ku hatibûn dorpêçkirin û ketin û derketina wan hatibû qedexekirin, şevê din leşkeran bi ser malan de girtine û gef li welatiyan xwarine.

Li gor agahiyan, li mezraya Eminoglu ya ser bi gundê Karahasanê ve şivanê 18 salî yê bi navê Berat Akgeyik ligel Eyûp Ozkan û du kesên din ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.

Li navçeyê operasyon berdewam e û welatiyekî ji mezraya Eminoglu ji ajansa Mezopotamya re gotiye: “Gundê me hatiye dorpêçkirin, nav bi nav dengê çekan dihat, piştre bi ser malên me de girtin û pişkinîn kirin. Gef xwarin ku `eger li vê derê tiştek were serê yek leşkerê me êdî hun bifikirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst