Li Semsûrê konteynera mexdûrên erdhejê bi avê re çû: 1 mirî, 4 wenda

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Lehî Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tûtê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber lehiyê kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî wenda bûn.

Di serî de Riha û Semsûr li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, ji doh êvarî ve baraneke zêde destpê kiriye û lehî rabû.

Li navçeya Tûtê ya Semsûrê, ji ber lehiyê konteynereke mexdûrên erdhejê li ber avê re çû û kesekî tê de canê xwe ji dest da û 4 kes jî wenda bûn.

Herwiha li navenda Semsûrê jî li hinek bajarên çadirî ku metirsiya lehiyê heye û di bin avê de mane mexdûrên erdhejê bo cihên din hatin veguhestin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û derbarê 10 bajaran de hişyarî da.

Li gor rapora Keşnasiyê, îro 15ê Adarê li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Dîlok, Kilîs, Riha, Sêwaz, Şirnex, Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û li Çewlig, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê jî baran heye.

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê jî berf û baran bi hev re dibarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst