Serokkomarê Sûriyeyê çû Efrînê

16-02-2025
Nîşan Ehmed Şer Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer çû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi kesayetiyên herêmî û xelkê re civiya.

Ehmed Şer soz da ku ew dê ewlehî û aramiyê misoger bikin û sivîlan biparêzin.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îro piştî gera xwe ya li Îdlib, Heleb û wargehên wê çû Efrînê jî.

Li gorî medyaya Sûriyeyê, Ehmed Şer bi kesayet û xelkê Efrînê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), çalakvan û hinek  niştecihên herêmê re civiya.

Ehmed Şer guh da gazindên xelkê û soz da ku ewlehî û aramiya Efrînê pêk bîne.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, Şer soz da ku dê bi hevkariya niştecihên herêmê ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê bixebite û dê gavên lezgîn ji bo rawestandina binpêkariyan bavêje.

Berê jî Berpirsê Meclisa Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ji Rûdawê re gotibû ku hejmara komên çekdar li gorî berê gelekî kêm bûye û tenê ji sedî 15ê wan mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst