Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh çû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi kesayetiyên herêmî û xelkê re civiya.
Divê were gotin ku şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li civînê hazir bû.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen bû mêhvanê Nûrojê pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Ehmed Hesen diyar kir, Ehmed Şer soz daye ku ew dê nehêlin li Efrînê binpêkirin bên kirin û ew dê ji bo tomarkirina giliyan ofîsekê vekin û hêzên ewlehiya navxwe bişînin Efrînê.
Ehmed Hesen daxuyand ku civînê derdora 2 demjimêran ajotiye û ENKS li ser vexwena fermî û bi şandeyekê beşdarî civînê bûye.
Wî da zanîn ku kesayetiyên cuda, oldar, Meclisên Xwecihî û serokên şaredariyan jî li civînê amade bûn.
Ehmed Hesen daxuyand ku nûnerên komên çekdar tevlî civînê nebûne û ji sedî 98ê beşdarên civînê Kurdên Efrînî bûne.
Serokê Encûmena Xwecihî ragihand, hinek Ereb jî beşdarî civînê bûne ku ew ji berê de şêniyên Efrînê ne.
“Me nameyek xwend”
Ehmed Hesen got ku wan bi navê ENKSyê nameyek ji Ehmed Şer re xwendiye û wan di nameya xwe behsa binpêkirinên li Efrînê kiriye û pê de çû:
“Me bal kişand ser birîna daran ku bi awayekî hovane tê kirin, bi taybetî di vê qonaxa veguhêz de ku Sûriye tê re derbas dibe.
Grupên çekdar ev yek wekî derfet ji xwe re dîtiye û wan birîna daran û bazirganiya xwe li Efrînê zêde kiriye.
Her wiha me behsa zîndanên li Efrînê kir ku heta niha nehatine spîkirin û bi sedan xelkê me di zîndanan de ne.
Li aliyekî din, hîn jî xelkê me yê ku vedigere Efrînê di rê de tê girtin û li zîndanên Marih, Izaz û Rahiyê tên girtin."
Ehmed Hesen eşkere kir, wan behsa bacê jî kiriye ku çekdar rojanê ji xelkê Efrînê distînin û bi hezaran dolaran bi darê zorê ji xelkê disitînin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, wan di civînê de behsa xanî û malên xelkê resen yê Efrînê kiriye ku vala bûne lê hîn kilîlên wan di destê çekdaran de ne û nadin xwediyên wan ên resen.
Ehmed Hesen amaje pê kir ku Ehmed Şer gotiye ew li parêzgeha Helebê berî her cihî hatiye Efrînê.
Wî diyar kir ku Şer gotiye dema ew li Îdlibê bû cîranê Efrînê bû û hemû binpêkirin didîtin lê wê demê tiştek ji destê wan nedihat.
Ehmed Hesen anî zimên, “Şer soz da ku ev binpêkirin nemînin” û diyar kir ku Şer gotiye ew dê komên çekdar ji Efrînê derxin û wê navekî din li wan bê kirin.
Vegera Efrîniyan
Ehmed Hesen ragihand ku Ehmed Şer di civînê de piştrast kiriye ku Efrînî dê vegerin cih û warê xwe û gotiye ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser mijarê diyalog kiriye.
Serokkomarê Sûriyeyê her wiha diyar kiriye ku wî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re gotiye ku ew li hev bikin an nekin jî dê Efrîniyên li herêmên din vegerin cihê xwe.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê kifş kir ku 10 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê û bi sedhezaran Ereb ji Efrînê derketine.
Ehmed Hesen wekî mînak biland ku tenê 15ê Sibatê karwanekî ku 80 otomobîl û 10 otobusan pêk dihat ji navçeya Racoyê ya Efrînê derketiye.
#VÎDEO - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Efrînê çi kir û çi got?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 16, 2025
🎙️ Serokê Encûmena Xwecihî ya #ENKS'yê ya Efrînê Ehmed Hesen hemû agahiyan dide 👇👇#Rojava #Efrîn pic.twitter.com/FAO2ivFXml
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse