Ozdag: Ji bo ku DEM Partî li Qers û Îdirê bi ser nekeve em dê piştgiriyê bidin MHPyê

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Umît Ozdag Qers Îdir MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag da zanîn ku ji bo li Qers û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê DEM Partî bi ser nekeve, ew dê piştgiriyê bidin berbijêrê Tifaqa Cumhurê.

Herwiha Ozdag got, “Me ragihandibû ku em dê li Îdirê jî helwesteke bi heman rengî nîşan bidin. Em dê di rojên pêş de dîsa hin gavên ne pêşbînîkirî biavêjin.”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag di bernameya televîzyonekê de bersiva pirsan da.

Ozdag got, “Wek mînak em dê li Qersê piştgiriyê bidin MHPyê. Çima? AK Partî berbijêr dernaxe, piştgiriyê dide MHPyê.

Em di wê baweriyê de ne ku divê HDP li wê derê bi ser nekeve. Li Qersê girseyeke ku piştgiriyê dide me jî heye.

Eger em bixwazin em dikarin sibe berbijêr nişan bidin lê em nakin. Em dê bi awayekî ku rê li ber serkeftina HDPyê bê girtin tevbigerin.

Me ragihandibû ku em dê li Îdirê jî helwesteke bi heman rengî nîşan bidin. Em dê di rojên pêş de dîsa hin gavên ne pêşbînîkirî biavêjin.”

Di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de li Qersê HDPyê ji sedî 29.58, MHPyê ji sedî 26.57, CHPyî ji sedî 22,14ê dengan wergirtibû.

Li Îdirê HDPyê ji sedî 50.10, MHPyê ji sedî 46.68, CHPyê jî sedî 2.29ê dengan wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst