Ahmet Kaya: Rêya siyasetê li ber Kurdan digirin

15-01-2021
RÛDAW
Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya
Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya
Nîşan Ahmet Kaya Partiya Însan û Azadiyê Wezareta Navxwe Kurd Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya dibêje, “Dewleta navxwaze li Kurdistanê partî bên avakirin” û bê yekê jî “rêya siyasetê li ber Kurdan digirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê serlêdana bo damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) qebûl nake ku 2018an hatiye avakirin û xebatên xwe bi rêve dibe.

Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa dawîn pêşhatên  siyasî û helwesta Wezareta Navxwe ya li hember partiya wan kir.

Li Tirkiyê di heyama salekê de 27 partiyên nû hatine damezirandin, lêbelê  tenê 3 partiyên Kurdan rastî pirsgirêkan hatine. Li ser vê mijarê Ahmet Kaya amaje bi tifaqa di navbera AK Partî û MHPê de dike û dibêje, “Hikûmet ketiye bin tesîra MHPê û siyasetên nû, ji bo ku li Kurdistanê partiyên nû ava nebin van astengiya derdixin û rêya siyasetê li Kurdan digirin,”

Li ser helwesta Wezareta Navxwe ya li hember partiya wan jî ku heta niha belgeyên wê partiyê nehatine wergirtin, Ahmet Kaya dibêje, ew jî tênagihijin bê ka çima belgeyên avakirina partiya wan nayên qebûlkirin û  diyar dike, “Derbarê vê yekê de heta niha ti daxuyaniykî û zelalkirinek nedane me.”

Ahmet Kaya rexne li helwesta Wezareta Navxwe digire û dibêje, “Ev reftareke keyfî ye, ne di hiqûq û ne di qanûnê de ti bingeheke vê yekê nîne.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê  Mehmet Kamaç roja 13ê vê mehê ji Rûdawê re ragihandibû, wan hemû belgeyên xwe yên fermî temam kirine û “ev du roj in em li Wezareta Navxwe ne, lê belgeyên me yên bo  damezrandina partiyê qebûl nakin.”

Kamaç diyar kiribû ku heta serlêdana wan neyê qebûlkiron ew ji avahiya Wezareta Navxwe dernakevin û herwiha aşkere kiribû, “Polîsan hewl dan Cîgirê Serokê Giştî Murat Bozdemîr desteser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst