Qeşeyê Suryanî ku ji ber PKKê hatibû girtin hat berdan

15-01-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mêrdîn Qeşeyê Suryanî Sefer Bîleçen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeşeyê Dêra Mor Yaqubê, Sefer Bîleçen (Aho) ku roja 10ê Çile bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" hatibû ‎girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan. ‎

Heftiya bihorî li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, Qeşeyê Dêra Mor Yaqub, Sefer ‎Bîleçen ku wek Aho jî tê naskirin bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê " anko PKK hatibû desteserkirin.

Roja Înê 10ê Çile jî ‎biryara girtinê di derheqê wî qeşeyî de hatibû dayîn.

Biryara girtina wî qeşeyî rastî nerazîbûnê hatibû. Piştî parêzeran îtiraz kir, 2emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê jî îtiraza parêzeran qebûl ‎kir û biryara berdana Bîleçen da.

Piştî biryara dadgehê, Bîleçen doh Sêşemê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat azadkirin. Welatiyên Suryanî û Qeşeyê Dêra ‎Deyrûlzaferanê, Gabriyel Akkûrt pêşwazî li Bîleçen kirin.

Heftiya bihorî dozgeriyê li ser îfadeyên hinek kesan ku îdia kiribûn ‘endamên PKKê ketine wê dêrê’ derbarê wî qeşeyê Suryanî de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Hêzên emnî yên Tirkiyê bi fermana dozgeriyê bi ser gundên Marîne, Xarabelê û Sêderiyê yên li Nisêbînê de girtibûn û qeşeyê Dêra Mor Yaqub jî di nav de, 10 kes desteser kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst