Mezlûm Ebdî bangî partiyên Kurdan kir

14-12-2024
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê Partiyên Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Em ji hemû aliyên Kurdan hêvî dikin ku xwe dûrî berjewendiyên partîtiyê bixin û bi erênî nêzîkî yekhelwestîyê bibin.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bangî partiyên Kurdan kir ku xwe ji berjewendiyên partîtiyê bi dûr bixin.

Mezlûm Ebdî xwest ku Kurd helwesta xwe bikin û bi wî awayî beşdarî danûstandinan bibin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê di peyama xwe de wiha gotiye:

“Îro, yekîtîya niştimanî ya Kurdan li Sûriyeyê pêwîstiyeke dîrokî ye û bersiva metirsîyên vê qonaxê ye.

Em ji hemû aliyên Kurdan hêvî dikin ku xwe dûrî berjewendiyên partîtiyê bixin û bi rengekî erênî nêzîkî bangên gelêrî yên ji bo diyalogê û yekhelwestîyê bibin.

Em gazî hemû kesan dikin ku bi awayekî erênî nêzîkî xebatên heyî yên ji bo pêkanîna yekîtiya niştimanî ya Kurdan bibin da ku em bigihin helwesteke piştgir ji bo diyaloga Sûriyeyê û beşdarî paşeroja Sûriyeya demokratîk û pirreng bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst