Ferhad Şamî: DAIŞ ji êrişên dewleta Tirk sûdê werdigire

14-11-2024
Nîşan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ferhad Şamî got, “DAIŞ ji rewşên herêmê di serî de ji êrişên dewleta Tirk a dagirker sûdê werdigire da ku xwe ji nû ve çalak bike.”

Hêzên Sûriya Demokratîk li Kampa Holê û derdora wê Operasyona Ewlehiya Domdar kir.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser girîngî û encamên operasyonê ji ANHAyê re axivî.

Şamî destnîşan kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar encamên erênî yên xwedî rehenda stratejîk bi dest xistin.

“Ev operasyon cuda bû”

Şamî diyar kir, ji 2021ê ve ev operasyona 4an e ku HSD li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li Kampa Holê û derdora wê pêk tîne û li pey çû:

“Ev operasyon cuda bû. Di vê operasyonê de rûberên berfireh ên ji gundê Cezayê yê Til Koçerê yê li ser sînorê Îraqê heta bi Deşîşe hatin paqijkirin.

Şaneyên ku di wê rûberê de hatine girtin berê beşdarî êrişên terorî yên li ser sivîlan û hêzên leşkerî bûne.”

23 Çiriya Pêşîn li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê kir.

“DAIŞ ji êrişên dewleta Tirk a dagirker sûdê werdigire”

Ferhad Şamî da zanîn ku DAIŞ ji van êrişan sûdê dibîne û anî zimên:

“Bi gelemperî, her operasyon xwedî girîngiyeke mezin e, nexasim jî dema dawiyê dosyaya DAIŞê ji aliyê civata navneteweyî ve hatibû paşguhkirin.

DAIŞ ji rewşên herêmê di serî de jî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker sûdê werdigire da ku xwe ji nû ve çalak bike.

Ew sûdê ji xwezaya herêmên çolistan jî digirin da ku xwe tê de bi rêxistin bikin.

Vê yekê bi taybetî jî li başûrê Kampa Holê di navbera Şedad û Deşîşe de û li bakurê kampê li xeta Til Birak, Til Hemîs û Cezayê dikin.”

Sedemên operasyonê

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê li ser sedemên Operasyona Ewlehiya Domdar ev agahî dan:

“Hêmana heyî û lezgîn êrişên DAIŞê yên demên dawiyê ne lê li kêleka wê jî hinek agahiyên îstixbaratî piştrast dikir ku niyeta DAIŞê heye êrişan bibe ser Kampa Holê û girtîgehên din.

Her wiha hêmana din jî stratejîk e, ew jî têkoşîna hêzên me ya li dijî DAIŞê ye."

“Metirsiya DAIŞê hîn mezin û domdar e”

Ferhad Şamî amaje pê kir ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke domdar e û xwe lê berda:

“Metirsiya DAIŞê li herêmê hîn mezin û domdar e. Deverên ku metirsî li wan pir e jî deverên sînorî ne û dûrî rêyên stratejîk û çavên ewlehiyê ne.

DAIŞ jî li wan deveran xwe bi rêxistin dike û êrişan pêk tîne. Li gorî operasyonên berê di vê operasyonê de gelek encamên baş û erênî hatin bidestxistin.

Ji aliyê ewlehiyê ve jî rewş baştir e û êrişên şaneyan ên li hundirê kampê kêm bûne.

Veşartgehên wan hatin rûxandin, dadgeha jinan û cihên perwerdekirina ‘zarokên xîlafetê’ hatin têkbirin.

Çeteyên DAIŞê bi van rêbazan hewl dida xwe vejînin, ev jî bû sedema destpêkirina operasyonê ya ku tê de 79 çete hatin girtin, gelek tunel û veşartgehên wan hatin rûxandin

Bi nêrîna min, di operasyonê de encamên erênî yên mezin hatin pêkanîn û operasyonê ewlehî ji gelên herêmê re vegerand, her wiha baweriya gelan a bi HSDyê jî xurttir bû.

Ev peyamek e ji DAIŞê re ku ew êdî nikare xwe vejîne. Şêniyan di operasyonê de roleke girîng lîst û bi HSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re bûn alîkar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst