Amerîkayê garantî da HSDê

14-11-2021
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî HSD Rojava Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Amerîkî ligel HSD, MSD û Rêvewberiya Xweser civiya ye û rewşa navçeyê li gel wan gotûbêj kir. Di civînan de şanda Amerîkî soz da ku wê alîkariya Rêveberiya Xweser bikin û herwiha garantî jî da HSDê ku Amerîka dê piştgiriya wan berdewam bike.

Şandeke Wezareta Derve ya Amerîka, roja şemiyê, serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD),  Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser civiya û rewşa navçeyê li gel wan gotûbêj kir.

Şanda bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich,  li gel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî, Seroka Cîbicîkar a MSD Îlham Ehmed û Hevserokên Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebid Mihbaş civiya.

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê, di hevdîtinan de, rewşa giştî ya navçeyê û Sûriyê hat gotûbêjkirin û tehedayên li pêş Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Di civînan de, şanda Amerîkî soza alîkariyê da ji bo pêşxistina rewşa aborî û xuzmetguzariyên li navçeyên Rêveberiya Xweser.

Derbarê tehdayên emnî de, şanda Amerîkî garantî da ku Amerîka dê li ser piştevaniya hêzên HSDê berdewam be.

Li gorî malpera fermî ya HSDê jî şanda Amerîkî ji General Mezlûm Kobanî re tekezî li ser girîngiya parastina rêkeftinên kêmkirina tundûtîjiyê û agirbestê li herêmê û Sûriyê kir.

Herwiha zehmetiyên emnî û aborî li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin û şêweyên zêdekirina alîkariyên mirovî û bihêzkirina jêrxan û geşepêdana aborî hatin nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst