TEV-DEM: Divê diyaloga Kurdî-Kurdî destpê bike

14-11-2020
RÛDAW
Nîşan TEV-DEM Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxwaza dîsa destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî kir ku ev demek bû hatiye rawestandin.

TEV-DEMê bi daxuyaniyeke nivîskî banga Diyaloga Kurdî-Kurdî kir û dibêje ku rewşa li Başûrê Kurdistanê bandoreke nerênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê çêkir û diyaloga Kurdî-Kurdî qelenê wê dide ku xwesteke niştîmanî û gelêrî ye.

Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM diyar kir ku Tirkiyê dijayetiya Kurdan dike û dixwaze doza Kurdî bixe bin baskê xwe û yekîtiya Kurdan têk bide.

TEV-DEM dibêje: “Her kes êdî ji xeteriya pêvajoya heyî ya ku Kurdistan tê re derbas dibe, têgihiştiye. Tirkiyê hemû giraniya xwe daye dagirkirina Kurdistanê û rêgirtina li ber pêşketinên kurdan. Doza Kurd bûye mijareke sereke di qadên navnetewî de, Tirkiyê ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yekê serî li hemû rêbazan dide da ku şerekî navxweyî di navbera kurdan de biqewime.”

Di heman demê de TEV-DEM eşker dike ku girîng e diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo yekrêziya aliyan bi awayekî berpirsyarane bê kirin û hemû destkeft bêne parastin.

TEV-DEM herwiha dibêje: “Hesasiyeta pêvajoyê, girîngî û berpirsyartiya diyaloga kurdî-kurdî û yekbûna Kurdî û parastina destkeftiyan li me ferz dike.”

Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku kongreyeke niştîmanî-Kurdistanî bê sazkirin û rê li ber şerê birayetiyê di navbera aliyên Kurdistanî de bê girtin û hat gotin: “Em wek TEV-DEMê bang li gelê xwe û tevahî hêzên niştîmanî yên Kurdistanî û tevahî beşên civaka sivîl dikin ku ji planên komploger hişyar bin û xwedî helwesteke netewî bin da ku rê li ber şerê birakujiyê bigirin. Em bi diyaloga netewî ya Kurdistanî ve girêdayî bin û bi lez kongreyeke niştîmanî ya Kurdistanê li dar bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst