Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî li ber çavê xwarziyê xwe, hevjînê xwişka xwe kuşt.
Li gor agahiyan, li Taxa Cudiyê ya Êlihê Vahdetîn Guneşê 36 salî dema di kolanê de dimeşiya bûrayê wî R.G. ji paş ve gule lê reşandin û ew bi giranî birîndar bû.
Hat zanîn ku Vahdetîn Guneş û hevjîna xwe di pêvajoya cudabûnê de bûne.
Di bûyera ku bi kameraya telefonê hat girtin de derket holê ku Guneş li ber çavê kurê xwe yê 13 salî gule lê hatiye reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman Vahdettin Guneşê ku bi giranî birîndar bûbû, veguhest Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Wî tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Herwiha R.Gyê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin, lêpirsîna wî ya li Navenda Ewlehiyê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse