Li başûrê Heseke çekdarên DAIŞê karmendekî Rêveberiya Xweser kuştin

14-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîk gundê Ellos li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, di êrîşeke çekdarên DAIŞê de karmendekî Encûmena Sivîl a Şeddadê hat kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 13ê Cotmehê li nêzîk gundê Ellos li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê êrîşek pêk anîne.

Hatiye ragihandin, du çekdarên DAIŞê ku li ser motorsîkeletekê bûne, li sînorê bajarokê Şeddadê li başûrê bajarê Hesekê gule berdane karmendekî Encûmena Sivîl a Şeddadê yê bi navê Mihemed Bozan, û di encam de wî kesî canê xwe ji dest daye.

Ji destpêka sala 2022an ve û heta niha, çekdarên DAIŞê 117 kes li navçeyên Rêveberiya Xweser bi rêya êrîş û teqînan kuştine, ji wan 41 kes sivîl û 76 şervanên HSDê û endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanî bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst