Saziyan bertek nîşanî biryara veguherandina navenda çandê ya Girtîgeha Amedê dan

14-10-2022
Abdulselam Akinci
Saziyan bertek nîşanî biryara veguherandina navenda çandê ya Girtîgeha Amedê dan
Saziyan bertek nîşanî biryara veguherandina navenda çandê ya Girtîgeha Amedê dan
Nîşan Girtîgeha Amedê Erdogan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Girtîgeha Tîpa E ya Amedê piştî 42 salan bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan dibe navendeke çandî û berî hatina serokomarê Tirkiyê bo Amedê temamê girtiyan birin cihekî din û vala kirin. Desthilat dixwaze girtîgehê bike navendeke çandî lê sazîyên civaka sivîl û partiyên sîyasî li dijî vê biryarê derdikevin û ew dibêjin divê ew der bibe muzexaneya şermê û gotûbêj germ e.

270 girtî têde bûn, ew li ser zindanên cuda dabeş kirin. Girtîgeha Amedê di salên derbeya leşkeri a 12 îlona 1980î de bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahîyê tê naskirin. Bi hezaran girtî li wir hatibûn îşkencekirin û 34 girtîyan jî di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dabûn.

Di ser kudetaya leşkerî ya 12 Îlona 1980an re 42 sal derbas bûn. Di wê serdema ku hemû yasa hatibûn binpêkirin de bi hezaran welatî hatibûn darizandin, bi hezaran jî di cûre îşkenceyan re derbas bibûn.

Yek ji îşkencexaneya wê deme jî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bû. Niha ew girtîgeh bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi armanca veguhestina bo muzexaneyeke çandî hat valakirin û girtin. Cano amedî jî yek ji zindaniyê wê girtîgehê bûye ku 8 salên wî li wir di bin îşkencê de derbas bûye. Piştî  42 salan ew li ber îşkencexaneya xwe pêgermok digerîne û bîra xwe nû dike.

Zindaniyê Girtîgeha Amedê Cano Amedî anî ziman, “Gava ez li vê girtîgehê dinêrim ew rojên bi êş û elem û îşkence derbasbûne tên bîra min. Yanî heger deriyê vir vebe ez ê bi xemgînî herim hundir. Ew hêstên min wê dîsa were bîra min. Belkî ez ê tû bikim wan dîwaran.”

Serokkomar Erdogan sibê serdana Amedê dike, berî serdana wî di 12 cotmehê de 270 girtiyên girtîgehê ji bo cîhên cûda hatin veguhestin û dawî li dîroka 42 salan a girtîgeha ku bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê bûye mijara bi dehan pirtûkan, li ser belgefîlm hatine kişandin hat.

Girtîyekî wê demê Cabîr Yolbaş got, “Çawa ku hinek cîhên li ser komkujîya Hîtler a li ser Cihûyan kiribû, wek muzexane mane, divê ev der jî wek wan muzexaneyan bi heman şêwazî bimîne.”

Girtîyeke wê demê Rihîme Karakaş got, “Bi deste fermandarê wê deme Esat Oktay tacîza li jinan pir bû.”

Girtîyekî wê demê Nûrî Sînîr anî ziman, “Ji bo ku Kurdan bikin dijminên Kurdan, wan bi hev didan îşkencekirin. Mesela jop didan destên yekî, wî jop dixist meqata yê din, yê din jop dixist meqata wî. Mesele min bi lingên min ve dardakirin û serserkî xistin nav çela pîsiyê.”

Biryar e ku sibê li mîtînga Erdogan a li qada îstasyonê ya Amedê wezîrê dadê mifteya girtîgehê bide Serokkomar Erdogan û ew jî mifteyê radestî wezîrê çand û geştyariyê bike kar û xebatên veguhestina bo muzexaneyê a Girtîgeha Amedê dest pê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst