Şandeke bilind a bi serokatiya Emar Hekîm gihîşt Hewlêrê

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê Emar Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke bilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankrinê, bi Serokatiya Emar Hekîm gihîşt Hewlêrê û Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ligel şandekê pêşwaziya wan kir.

 

Şandeke bilind a Tevgera Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm gihîşt Hewlêrê û biryar e ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê çend hevdîtinan derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de û çend mijarên din de hevdîtinan bikin.

 

Biryar e şanda navborî di destpêkê de ligel Serok Mesûd Barzanî bê bav hev û piştre jî ligel berpirsên Polîtboruya PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî bicive.

 

Li gor zaniyariyên berdest mijarên serekê yên hevdîtnê rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû be.

 

Şanda wan ji hevpeymaniyên Saîron, Nesir, Hikme û Weteniye pêk tê. Emar Hekîm serokatiya şandê dike û her yek ji Nisar Rubeyiî, Ebdulla Zeydî, Xalid Ubeydî, Ednan Zerfî, Selman Cumeylî, Salih Mutlek, Selîm Cibûrî û Kazim Şemerî endamên şandê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst