Şaredariya Kilîsê navê Narîn Guranê li parkekê kir

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Şaredariya Kilîsê Hakan Bilecen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya bajarê Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê navê Narîn Guranê li parkeke bajêr kir.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Şaredariya Kilîsê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand wan navê Narîn Guranê li parka ku li Taxa Barişê tê çêkirin kiriye.

Serokê Şaredariya Kilîsê Hakan Bilecen got, "Navê Narîna ku ji jiyan, dibistan, hezkirî û lîstikên xwe hatiye qutkirin dê li vê parkê her tim bê bibîranîn."

Hakan Bilecen diyar kir ku ew dê Narînê ji bîr nekin û wiha pê de çû:

"Têkoşîna me li dijî dest û zihniyetên tarî yên li ser zarokên me ye.

Em dê Narînê qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Ji Amedê heta Kilîsê, ji Edîrneyê heta Qersê em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin da ku her zarok zarokatiya xwe wekî ku heq dikin di nava ewlehiyê de bijîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst