Dorpêça leşkerên Tirkiyê li gundê Newala Îsa Axa berdewam e

14-09-2022
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Cizîr Îsa Axa DEDAŞ Leşker Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Şaredariya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Zirig ragihand ku dorpêça leşkerên Tirkiyê li gundê Newala Îsa Axa berdewam e.

Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) ji bo karê elektrîkê ligel bi sedan leşkerên Tirkiyê çûne gundê Newala Îsa Axa ya navçeya Cîzîrê ser bi parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê.

Hevserokê berê yê Şaredariya Cizîrê ya HDPê Mehmet Zirig bo Tora Medya Rûdawê diyar ku dorpêçkirina leşkeran ya li gundê Newala Îsa Axa ku doh 13ê Îlona 2022ê demjimêr 06:00 destpêkiribû berdewam e û dê heta roja Înê 16ê Îlonê jî bidome.

Mehmet Zirig ku sala 2019ê li şûna wî qeyûm hatiye danîn bo Rûdawê got: “Ji doh serê sibê demjimêr 06:00an ve di çarçoveya rûbirûbûna elektrîka qaçax hejmareke zêde leşkeran gund dorpêç kiriye û ev rewş niha jî berdewame. Li gor gotinên berpirsên leşkerî dê ev rewş heta roja Înê 16ê Îlonê bidome. Hemû kolan û caddeyên gund û derdora wê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin. Nahêlin xelk bên gel hev. Rê nadin ku du kes bên gel hev.”

Zirig doh 13ê Îlonê li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen belav kiribûn û gotibû: “Dewlet bo faturaya elektrîkê li Cizîrê serferber bûye. Ev der ne Ukrayna ye, Newala Îzaga ser bi Cizîrê ye.”

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Imir jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê heman dîmen parvekiribûn û dibêje:” Terora DEDAŞê li Cizîrê, yekîniyên leşkerî û hêza polîsan gundê Newala Îsa û her derê wê dorpêç kirine. Gelo artêş û hêza polîs êdî girêdayî DEDAŞê ne.”

Li gor agahiyan DEDAŞ bi armanca jimêrka elektrîkê li ser sitûnan girê bide hatiye gund û ji bo rê li ber nerazîbûna welatiyan bigre bi sedan hêzên ewlekariyê ligel xwe birine. Di Temûza îsal de jî bi heman awayî tîmên DEDAŞê  ligel leşkeran hatibûn gund û di encam de 20 kes hatibûn desteserkirin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Li gor zanyariyên dawî heta niha li gund heman rewş berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst