Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ev çend roj in pirsgirêka qutkirina elektrîkê di rojevê de ye, bi taybetî birîna elektirîka cotkaran. Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) li ser qutkirina elektirîkê ragihand, “Li Mêrdînê deynê elektrîkê yê bikarhêneran gihîştiye 6.3 milyar lîreyên Tirkî.”
Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) Yaşar Avras li ser qutkirina elektrîka navçeyên Mêrdînê daxuyaniyek da û ragihand, “Ji %4ê aboneyên kompanyayê ji sedî 70ê elektrîka qaçax bikar tînin. Bi taybetî cotkarên ku ji bîrên 700 metre kûr in bi elektrîka qaçax avê derdixin û bi vî awayî elektrîkeke zêde xerc dibe. Ev rewş dihêle xetên elektrîkê zerer bibînin û bi vî awayî xetên enerjiya elektrîkê ya welat bandorê dibînin.”
Yaşar Avras her wiha anî ziman, “Ji ber vê yekê xebatên me yên nûjenkirina cihên zerardîtî berdewam dikin. Ev jî dibe sedem ku dem bi dem ji ber sedema nûjenkirinê elektrîka navçeyê bê birîn. Her wiha wek kompanyaya Dîcleyê em daxwaz dikin bikarhênerê elektrîkê hişyartir bin, bi polîtîkayên pêşîgirtina li hişkesaliyê elektrîk bikar bînin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li parezgeha Mêrdînê bikarhêner 6.3 milyar lîre deyndarê kompanyayê ne ku 5.5ê milyar lîre jê yên navçeyên Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse