Li Wêranşarê li dijî DEDAŞê xwepêşandan: 20 kes hatin desteserkirin

09-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Riha Wêranşar Qutkirina Elektrîkê DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve cotkarên ku ev pênc roj in eletirîka wan hatiye qutkirin û zeviyên wan ên pembû û garisan hişk dibin, li ser rêya Hevrîşimê rê li çûn û hatinê girtin û li dijî DEDAŞê xwepêşandan kirin.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, li Wêranşarê di vê germa havînê de Kompanyaya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ew pênc roj in li heft gundan elektirîk qut kiriye.

Ji ber nebûna elektirîkê, ew gundana bê av mane. Nêzîkî 20 donim zeviyên pembû û garis jî ji ber wê sedemê hişk bûne.

Li dijî birîna elektirîkê, nêzîkî 300 cotkarên wê navçeyê 9ê Temuza 2023an rêya Hevrîşimê li ser çûn û hatinê girtin û li dijî DEDAŞê xwepêşandan kirin.

Cendirmeyan û polîsan destwerdan di çalakiya cotkaran de kirin û bi gaza rondikrêj mudaxeleyî çalakvanan kirin û 20 kes desteser kirin.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Rihayê, Dîlan Kunt Ayan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi belavkirina çend wêneyên kesên hatine desteserkirin, ragihandiye cotkarên ku di vê çalakiyê de hatine desteserkirin rastî îşkenceyê hatine.

Dîlan Kunt Ayan di peyama xwe de wiha nivîsiye:

“Li Wêranşarê di xwepêşandanên li dijî DEDAŞê de cotkarên bi lêdanê hatîn desteserkirin bi awayek hovane û ne mirovane hatine îşkence kirin.

Di dîmenan de şûpên îşkenceyê li ser bedena wan xwiya ye û em bang li dozgeran dikin. Berpirs divê yek ser li dijî tawankaran pêwîst e bikin. Em li kêleka cotkarên hatîn desteserkirin in, emê rêkarên li nexweşxaneyê û îfadeyên piştî wê bên dayîn bişûpînin. Em zilma DEDAŞê, binçavkirinên neheq û îşkenceyan qebûl nakin.”

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, tê gotin ku li hinek ji van gundan deynê elektirîkê yê çend cotkaran heye, lê DEDAŞê elektirîka hemû gundiyan biriye. Yên deynê wan tune ne jî bi vî awayî bi yên din re dişewitin.

Li van gundan, ne tenê ava çandiniyê tune ye, di vê germa havînê de ava ku mirov û ajel vexwin jî tune ye. Welatiyên wan gundan dibêjin, ger sê rojên din bi vî awayî biçe û elektirîk nebe dê çandiniya gundiyan bi temamî hişk bibe.

Li gor agahiyan, berî cejnê Qurbanê bo dema heftiyekê elektirîka van gundan hatibû birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst