Vahap Coşkun: Siyaseta niha li ser dijayetiya Kurdan hatiye danîn

14-08-2020
RÛDAW
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Vahap  Coşkun beşdarî bultena 15.00 ya Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun beşdarî bultena 15.00 ya Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû
Nîşan Vahap Coşkun Pirsa Kurd AK Partî Tirkiye Proseya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyenê Kurd Vahap Coşkun dibêje, siyaseta hikûmetê ya niha li ser dijayetiya Kurdan hatiye danîn û tekez dike, “AK Partî bi vê siyasetê ne dikare Pirsa Kurd çareser bike û ne jî dikare pêşeroja Tirkiyê misoger bike.”

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Vahap  Coşkun beşdarî bultena 15.00 ya Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa siyaseta AK Partiyê û çareserkirina Pirsa Kurd kir.

Vahap Coşkun amaje bi wê dike ku AK Partî bo dema 18 salan e li Tirkiyê desthilatdar e û vê heyama hikûmraniya AK Partiyê jî bo 3 serdeman dabeş dike û dibêje, “yek; 2002-2011 di vê demê de AK Partiyê vegerandineke demokratîk anî. Lê piştî 2011an di siyaseta AK Partiyê de guhertineke mezin çê bû.

Ew akademîsyenê Kurd diyar dike ku AK Partiyê hem li navxwe û hem li derve siyaseteke gelek baş meşand û tekez dike, “di vê demê de ji bo siyaseta Kurdan jî qad berfireh bû. Qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabûn.”

Vahap Coşkun sala 2005an di siyaseta AK Partiyê de weke dîrokeke gelek girîng binav dike ku wê demê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê gotarek pêşkêş kiribû û gotibû “Pirsa Kurd li Tirkiyê heye û ev pirsa me hemûyan e û divê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.”

Ew akademîsyenê Kurd tekez dike ku siyaseta AK Partiyê ya derbarê Kurdan de yek ji wan faktoran bû ku rêjeyeke zêde ya dengên Kurdan bidest bixe û temenê desthilata xwe dirêj bike.

Vahap Coşkun  guhertina siyaseta AK Partiyê ya derbarê Kurdan de di sala 2015an de bi têkçûna proseya aştiyê û şerê xendekan ên li nav bajarên Bakurê Kurdistanê girê dide.

Li ser helwest Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di wê qonaxê û herwiha guhertina siyaseta AK Partiyê de jî Coşkun dibêje, “Dema HDPê di hilbijartinên 2015an de serkeftinek mezin bidest xist, nûnerên wê gotin ‘em bi AK Partiyê re hevpeymaniyê çê nakin’. Dîsa piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê nûnerên PKKê gotin ‘em dê çer bidin destpêkirin’. Van jî siyaseta AK Partiyê gelek guherand.”

Akademîsyen Vahap Coşkun derbarê egera destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareserkirina Pirsa Kurd got, “Niha AK Partî bi xwediyên dewleta kevn re siyasetekê dimeşîne, di vê rewşê guhertine siyasetê gelek mumkin xuya nake. Yek zihniyet rê nade, ji ber ku siyaseta xwe li dijî Kurdan tanzîm kirine. Duyem jî; kadroyên AK Partiyê jî neman, ew kesên ku digotin bila ev pirs bi rêyên demokratîk bê çareserkirin hemû ji partiyê hatin dûrxistin. Lêbelê em li Rojhilata Navîn dijîn. AK Partî bi vê siyasetê ne dikare Pirsa Kurd çareser bike û ne jî dikare pêşeroja Tirkiyê misoger bike. Ji ber wê yekê divê vê siyasetê biguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst