Tîmeke endamê komeleyê ku 6 ji wan jin bi giştî 50 kesan pêk dihat, hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Sîpanê
Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, bi mebesta ku balê bikişînin ser Gola Wanê bi Çiyayê Sîpanê ve hilkişiyan.
Tîmeke endamê komeleyê ku 6 ji wan jin bi giştî 50 kesan pêk dihat, hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Sîpanê ku bi bilindahiya xwe ya 4 hezar û 58 metre ye
Endamên komeleyê li navçeya Elcewaz a Bidlîsa Bakurê Kurdistanê civiyan û piştre şeva xwe li Zozanên Hespan a ku bilindahiya wê 3 hezar raqim e, derbas kirin.
Endamên komeleyê yên ku di 2yemîn roja hilkişînê de gihiştin lûtkeyê, pankartên ku li serê "Gola Wanê bila şîn û pak bimîne" nivîsandî vekirin û piştî îmzakirina deftera lûtkeyê daketin.
Serokê Komeleyê Erdogan Ozel anî ziman ku bi mebesta Gola Wanê hêj paktir ji nifşên siberojê re bimîne gelek çalakiyan li dar dixin.
Ozel bangawazî li hemî aliyan kir ku xwedî li bedewiyên siruştî derkevin û wiha axivî: “Em hemî çalakiyên xwe ji bo balkişandina ser Gola Wanê li dar dixin. Pêdivê em goleke pak û temîz ji nifşên bi dû xwe re bihêlin. Me li vêderê perçeyên firokeya îngilîzan a ku beriya çendîn salan li vêderê ketibû xwarê, dîtin. Çalakiya me gelekî xweş derbas bû. Hema bêje ji her aliyên beşdar hebûn. Ez spasiya hemuyan dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse