Li Wanê 23 koçberên Efxan hatin desteserkirin

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Vegerandina Koçberan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di malekê de 23 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan Hêzên Ewlekariya Wanê îro 14ê Tîrmeha 2022an li ser agahiya ku di maleke li taxa Altin Tepe ya navçeya Tuşbayê de koçberên neyasayî dimînin operasyonek pêk anîn.

Di encama operasyonê de 23 koçberên Efxan ku xwe di wê male de veşartibûn hatin destserkirin û kesek jî bi gumana qaçaxiya koçberan hat destserkirin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî bo navenda Koç û Koçberan a Wanê hatin şandin.

Di operasyonê de dest bi ser kamyonetekê de jî hat girtin ku di veguhastina wan koçberan de dihat bikaranîn.

Tevî ku Tirkiye bi rêya avakirina dîwarên beton li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hewil dide rê li ber hatina koçberên Efxan bigire, lê rojane bi dehan koçber bi taybetî li Wanê di nav sînorên parêzgehên Bakurê Kurdistanê de tên desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst