Daristaneke Licê zêdeyî 24 demjimêr e dişewite

14-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji doh ve agir bi daristanekê ketiye û hewlê kontrol kirina agir heta niha berdewam in.

Bi daristaneke bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh Sêşembê sere sibehê agir ket û ligel hewldanên Berevaniya Şaristanî şewitîna wê daristanê heta niha berdewam e.

Agir destpêkê li navçeya Kerwasê destpê kir û ber bi nav dilê daristanê ve berfireh bû. Îro agir ber bi navçeya Licokê diçe ku li wê derê hejmarek xaniyên niştecihbûnê hene û xelk di wan de dijîn.

Li gor şarezayên Berevaniya Şaristanî ya Amedê, agir ji ber bayê zêde bilez belav dibe û rêya xwe diguhere ku ev yek ji sideman e tîmên agirvemirandinê nikarin bi asanî agir kontrol bikin.

Heta niha nayê zanîn agir ji ber çi derketiye û tîmên polîs li Licê dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Êrişî Hewş Kafeyê hat kirin / Wêne: Medyaya Civakî

AMED – Êrişkarên kafeyê dîsa hatin berdan

Li Amedê kesên ku berî mehekê êrişî Hewş Kafeyê kiribû, wan duh dîsa êrişî kafeyê kir û ew dîsa hatin berdan