Li Urmiyê du girtiyên siyasî yên Kurd hatin darvekirin

14-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdistan Urmiye Mihabad Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandine ku Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Sabîr Şêx Ebdullah û Diyako Resûlzade, şeva bihorî li Zindana Navendî ya Urmiyê darve kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ku yek ji wan rêxistinan e çavdêriya rewşa mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê dike, duh Duşemê 13ê Tîrmehê ragihandibû ku ew herdu girtiyên siyasî yên Kurd li Zindana Urmiyê bo hucreyên takekesî hatine veguhastin û diyar kiribû, ku metirsî heye ew di demeke nêzîk de bêne îdamkirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) û herwiha çend rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê roja bihorî derbarê egera darvekirina Sabîr Şêx Ebdullah û Diyako Resûlzade hişyarî dabûn û daxwaz kiribûn, ku cezayê wan ên darvekirinê were hilweşandin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRC) belav kiriye, ew du girtiyên siyasî yên Kurd di demjimêr 12:30 şeva bihorî de li Zindana Navendî ya Urmiyê hatine darvekirin û hêj termên wan radestî malbat û kesûkarên wan nehatine kirin.

Ew herdu girtiyên siyasî yên Kurd, di zivistana 2013 de bi tometa ku destê wan di teqîna li Mihabadê de hebûye, ku di dema nimayişeke serbazî ya hêzên Îranê de çêbûbû, hatibûne girtin û di bihara 2015 de bi heman tometê û herwiha bi tometa Moharebe (Dijatiya li gel Xwedê) cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Herdu girtiyên Kurd, tometên li ser xwe red kiribûn.

Endamê Desteya Rêveber a KHRC, Rêbîn Rehmanî duh ji Rûdawê re gotibû, ew girtî bi tawanekê hatine tometbarkirin ku qet nekirine û îtîrafên wan ên destpêkê di jêr îşkenceyê de bûne. Rêbîn Rehmanî herwiha bang li hikûemta Îranê kiribû ku demildest biryarê darvekirina girtiyên siyasî hilweşîne.

Pêştir Tora Medyayî ya Rûdawê ji zarê şahidan û ew kesên ku bi wan kesan re bûne, belav kiribû ku di dema teqîna li Mihabadê de, ti kesek ji wan du kesan li cihê bûyerê nebûye û Sabîr Şêx Ebdullah ku wê demê xwandekarê masterê bû, di wê demê de li Tehranê bûye.

Di dawiya Havîna sala 2010 de, di dema birêveçûna nimayişeke serbazî ya hêzên Îranê li Mihabadê de, bombek teqiya ku di encamê de 12 kes hatin kuştin.

Îranê wê demê partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bi encamdana teqînê tometbar kir.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin, Supaya Pasdaran bi xwe bomb teqandiye, daku di navbera nîştecihên bajarê Mihabadê de nakokiyan çê bike.

Her di roja teqîna li Mihabadê de, Supaya Pasdaran ragihandibû ku hêzên wan 30 kes ji bikerên teqînê kuştine, lê piştî zêdetirî salekê çend kes ji xelkê Mihabadê ji aliyê hêzên Pasdaran ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst