Alimê Kurd ê navdar koça dawî kir

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Seyîd Nûredîn Wajî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alimê Kurd ê navdar Seyîd Nûredîn Wajî di 85 salî xwe de koça dawî kir.

Mele Seyîd Nûredîn Wajî di sala 1938an de li gundê Sêlwê yê navçeya Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di 31 saliya xwe de îcazeya xwe ya meletiyê wergirt û li gundên cuda yên Pîranşarê meletî kir.

Herwiha Mele Seyîd Nûredîn Wajî di jiyana xwe de bi sedan feqe perwerde kirin û gelek meleyan jî ji destê wî îcazeya xwe ya meletiyê wergirt.

Seyîd Nûredîn Wajî ji ber temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê ev demek bû li Nexweşxaneya Pîranşarê dihat dermankirin.

Cenazeyê Mele Seyîd Nûredîn Wajî li gundê Peswê yê Pîranşarê bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst