Rêveberiya Xweser: Ava Sentrala Elokê bi temamî rawestiya ye

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Wêstgeha Elok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ava Vexwarinê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji Şemiya borî ava Sentrala Ellok bi temamî rawestiya ye, tevî wan elektrîk bo bikarxistina sentralê şandiye.

Hevseroka Rêveberiya Ava Vexwarinê ya Rêveberiya Xweser Newwar Sebrî ragihand, tevî wan elektrîka pêwîst û zêde jî bi navbênkariya UNICEFê bo Sentrala Ellok ku di bin kontrola Tirkiye de ye şandiye lê ji Şemiya borî ve ava vexwarinê negehiştiye bajarê Hesekê û derdorê.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Rêveberiya Ava Vexwarinê ya Rêveberiya Xweser Îsa Yûnis eşkere kir, hevtêgehiştin di navbera UNICEFê û Xaça Sor li gel Tirkiye tevlîhevî tê de heye, ji ber sedestiya Tirkiye ew nikarin bi xwe biçin nav sentrala Ellok daku ji vê hevtêgehiştinê piştrast bibin.

Li gor Yûnis, hevtêgehiştina ku bi serperiştiya UNICEFê çêbûye, wê Rêveberiya Xweser di dema 72 demjimêran de elektrîkê bişîne bo bikarxistina 19 bîr û 4 pumpên Sentrala Ellok daku di dema 10 demjimêran de 30 hezar litre av bigihên Sentrala el-Himme li rojavayê bajarê Heseke, lê niha daku depo ya Sentrala Hemme bê dagirtin pêwîstî bi 24 demjimêran heye.

Ji dema artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bajarê Serê Kaniyê di Cotmeha 2019an de kontrol kirine 30 caran ava Sentrala Ellok ji ser bajarê Heseke qut kirine, ku her carê di navbera 4 heta 6 mehan ew qutkirin didomîne, ku bi navbênkariya Rûsya yan Neteweyên Yekbûyî ava sentralê bo Heseke tê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst