Li Mêrdînê cehê ewil ê îsal hat berhevkirin

14-05-2020
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê cehê ewil ê îsan hat dirûn û paşê hat firotin.

Li gundê Girêalê yê ser bi navçeya Qosrê Îmdat Kandemîr li ser zeviyeke 70 donimî 28 ton û şi gundê Elewşê jî Alî Guç li ser zeviyekî 40 donimî 12 ton ceh berhev kirin.

Li gor sala par di hilberîna ceh de ji sedî 20 zêdebûn çêbû.

Cehê ku hate dirûn li Navenda Bazirganiya Dexil a Qosrê serê kîloyê bi 1,320 lireyî hat firotan.

Serokê Navenda Bazirganiya Dexil a Qosrê Mehmet Şerîf Oter ji ber 14ê Gulanê Roja Cotkaran a Dinyayê zêrek wek diyarî da wan kesên cehên xwe yên ewil ên demsalê behev kirin.

Mehmet Şerîf Oter got dewletê kîloya ceh 1,275 lire diyar kiriye, lê ji ber ku ev cehê ewil e ew bi 1,320 lireyî hat firotin û anî ziman îsal li gor par ceh him zêde ye û him jî biqalîte ye.

Oter dibêje: “Îsal em hêvî dikin baştir be. Par dora serê donimê 270 kîlo da bû, îsal 400 kîlo daye. Li gor par ji sedî 15-20 zêde bûye. Deşta Mêrdînê gelempêrî genim davêjin, piştî dirûna ceh xelas bû serê meha bê jî genimê dê dirûn.”

Oter got ji ber vîrusa koronayê îsal mezat wê neyê kirin, her esnaf dê li ber kargeha xwe dezgehê xwe veke û dexilê xwe bifroşe.

Cotkar Îmdat Kandemir ê cehê xwe firot jî wiha axivî: "Me cehê ewil dirût, gelek baş bû. Serê donimê 400 kîlo derket. Li gor par ev îsal baştir e."

Esnaf Suleyman Kurtcebey ê ku ceh kirî jî got ew kêfxweş e wî cehê ewil kiriye û got ew hêvî dike îsal bibereket be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst