Mehmet Kaya bo Rûdawê: Amedê bijardeyeke rast kir

14-04-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Jûra Bazirganî û Pişesazî ya Amedê Mehmet Kaya Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê nû yê Jûra Bazirganî û Pişesazî ya Amedê Mehmet Kaya got: “Me herdem got, ku em bi hevre Amed in û Amedê bi vê hilbijartinê bijardeyeke rast kir.”

 

Îro li Dibistana Seetayî ya Hesen Paşa ya Amedê hilbijartinên serokatiya Jûra Bazirganî û Pişesaziya Amedê birêve çû.  Di hilbijartinan de 4 lîste ketine pêşbirkê û nêzîkî 7 hezar deng hatine bikaranîn û Mehmet Kaya rêjeyeke mezin a dengan wergirt û bû serokê nû.

 

Piştî hilbijartinê Mehmet Kaya ji Rûdawê re ragihand: “Me herdem got, ku em bi hevre Amed in û Amedê bi vê hilbijartinê bijardeyeke rast kir. Lîsteya me ya Kesk bi beşdarbûna dînamîka saziyên sivîl ên Amedê pêk hatibû. Gel jî peyama me rast fêm kir û xwedî lê derket. Hemû karsazan jî piştgirî dane lîsteya me.”

 

Kaya da xuyakirin, ku ew dizanin ev hilbijartin berpirsiyariyeke mezintir dixe ser milê wan û diyar kir: “Em dizanin berpirsiyariya me mezin bû lê pêwîstiya Amedê jî bi vê yekê hebû.”

 

Mehmet Kaya ne tiştekî ecêb e, ku di hilbijartinê de bi dengeke wiha zêde bi serkeftine û wiha axivî:

 

“Li vir yê hatiye hilbijartine ne kes in, dînamîkên xwecihî yên Amedê ne. Karsaz û pişesazên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl in û ji xwe Amed timî li gel van di nava hev de ye. Ji xwe piştgiriya wan bû sedeme serkeftina mezin. Pêwîstiya Amedê bi avahiyeke wiha yê hilbijartî hebû û me ev yek pêk anî.”

 

Jûra Bazirganî û Pişesaziya Amedê xwediyê raboriyeke 136 salan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst