Hikûmeta Iraqê rizgarbûyên destê DAIŞê qerebû nekirine

14-03-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Samya Xalid, 3 sal û nîvan di destê DAIŞê de ma û dema ku hat girtin, bûka 2 mehan bû
Samya Xalid, 3 sal û nîvan di destê DAIŞê de ma û dema ku hat girtin, bûka 2 mehan bû
Nîşan Hikûmeta Iraqê DAIŞ Kurdên Êzidî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Nîsana sala 2019an hikûmeta Iraqê biryar bi pêdana 2 milyon dînar da bo ku rizgarbûyên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin qerebû bike.

Lêbelê tevî derbasbûna 11 mehan jî heta niha zêdetirî 75 rizgarbûyên destê DAIŞê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine qerebûkirin.

Berpirsê Nivîsingeha Koç û Koçberan a Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku niha jî kar bi biryara hikûmeta Iraqê tê kirin, lêbelê ji ber kêşeyên teknîkî û girîftên pêkanîna hikûmetê, cîbicîkirina wê biryarê paş ketiye.

Samya Xalid, 3 sal û nîvan di destê DAIŞê de ma û dema ku hat girtin, bûka 2 mehan bû û hevjînê wê hê jî bêserûşûn e û ew bi tenê maye.

Ew yek ji wan 2649 rizgarbûyên destê DAIŞê ye ku çaverêyî wergirtina bexşîna 2 milyon dînarên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ye.

Ew jina Kurd a rizgarbûya destê DAIŞê niha di rewşeke xerab de dijî ku mehane çarseriyan werdigire ji ber nexweşiyên derûnî û cesteyî, lêbelê şiyanên darayî nînin bo çareserkirinê. Samya Xalid niha daxwaz wergirtina mafên xwe dike.

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan jî navên 3501 rizgarbûyan li gel zanyariyan radestî hikûmeta Iraqê kiriye ku mafê wan e bexşîna 2 milyon dolarî werbigirin.

Ji wan 852 kesan wergirtine, lê ew proje nîvco maye. Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyan jî tekez dike ku wan hemû karûbarê dosyeyên wan revandiyan li aliyê xwe temam kirine û radestî Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê kirine û li bendê ne ku hikûmeta Iraqê wî pereyî bişîne bo Herêma Kurdistanê da ku bi ser wan rizgarbûyan ve bê dabeşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst