Semsûr: Piştî 198 demjimêran ciwanekî 18 salî hat rizgarkirin

14-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, 198 demjimêr piştî erdhejê ciwanekî 18 salî bi saxî hat rizgarkirin.

Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Li Taxa Cumhuriyetê ya Semsûrê, piştî 198 demjimêr ji erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ciwanekî 18 salî bi navê Muhammed Cafer Çetin ji bin kavilêan hat derxistin.

Di 9mîn roja erdhejê de Muhammed Cafer Çetin bi saxî ji bin kavilên avahiyeke Semsûrê hat derxistin. Piştî rizgarkirinê Çetîn bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin. 

Di erdheja 13ê Adara 1992an a Erzinganê de jî piştî 187 demjimêran perestyara bi navê Nurcan Eraslan bi saxî ji bin kavilan hatibû rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst