ROJHILAT - Bane dibe mezintirîn bajarê ferşkirî yê cîhanê

14-02-2018
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê heta 3 salên din dibe mezintirîn bajarê ferşkirî bi mozayîkan li Îranê û tevahiya cîhanê.

 

Duh Sêşemî 13ê Sibata 2018ê bi beşdariya Qayimmeqamê Navçeya Bane û endamên encumena bajarê Bane û çend berpirsên wê navçeya Rojhialtê Kurdistanê, perde li ser projeya Ferşê Mozayîk ê Baneyê hat vedan.

 

Kargeha berhemanîna ferşên mozayîkî li Baneyê di jêr çavdêriya Şaredariya Baneyê û ji aliyê sektora taybet ve hatiye damezrandin.

 

Şaredarê Baneyê, Wurya Sadiqî derbarê projeya navborî de dibêje, biryar e bi mozayîkên rengareng û bi mifawergirtina ji nexş û nîgarên ferş û cacimên kurdî, rê û cade û kolan û cihên giştî yên bajarê Baneyê û hewşên mizgevt û navendên ferhengî bi mozayîkên rengî yên weke ferşan werin xemildandin.

 

Wurya Sadiqî da xuyakirin, bi cîbicîkirina wê projeyê Bane dê bibe mezintirîn bajarê ferşên mozayîkî li cîhanê.

 

Bane ser bi parêzgeha Sine ve ye û dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

 









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst