Li ser zozanekê û cihê çerê di navbera nişteciyên du gundan de şer derket; 10 birîndar hene

21-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bane Zozana Meydanan Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser zozanekê û cihê çerê yê pez û dewaran, li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera nişteciyên du gundan de şer derket û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên xwecihî yên Baneyê ve gihîştine Rûdawê, roja 20ê Tîrmeha 2023an piştî nîvro di navbera nişteciyên gundên Sedbar û Sîwç ên ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ve şer derketiye.

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin ku şer ji ber nakokiya li ser Zozana Meydanan ku dikeve navbera her du gundan derketiye. Tê gotin ku ji mêj ve li ser Zozana Meydanan di navbera nişteciyên her du gundan de nakokî heye.

Li gor agahiyan, di encama şerê navbera nişteciyên wan gundan de 10 kes birîndar bûne. Her deh birîndarên şer jî ji gundê Sîwçê ne.

Piştî şer, hin kesan ku nasnameya wan nehatiye zanîn, agir bi pûş û giyayên di navbera gundên Sedbar û Sîwçê de xistine, lê piştî çend demjimêran bi hewldana xelkê navçeyê û kesên jîngehparêz şewat hatiye kontrolkirin û agir hatiye vemirandin.

Nişteciyên gundê Sedbarê dibêjin, xelkê Sîwçê agir bi cihên çerê yên gundê wan xistine, lê gundiyên Sîwçê wê yekê red dikin.

Li gor zanyariyan, piştî bûyerê hêzên polîs û hêzên din ên ewlehiyê çûne herêmê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê belê heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.

Ji ber nakokiya li ser Zozana Meydanan, di navbera nişteciyên her du gundên Sedbar û Sîwçê de heta niha çend caran şer derketiye. Di Hezîrana sala 2020an de ji ber şerekî di navbera nişteciyên her du gundan de, 20 kes birîndar bibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst