30 baro: Danîna qeyûman binpêkirina destûrê ye

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Akdenîzê Qeyûm Baro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 30 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê derketin.

Baroyên Wan, Amed, Mêrsîn, Bursa û Burdurê jî di nav de 30 baroyan ragihand ku danîna qeyûman binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî hilbijartinên 31ê Adarê qeyûm li şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Pilemûrê hatin tayînkirin û niha jî li ser Şaredariya Akdenîzê hat danîn.”

Hat diyarkirin ku piştî girtina Serokê Şaredariyê Hoşyar Sariyildiz, Wezareta Karên Navxwe ew ji kar dûr xistiye û qaymeqamê Akdenîzê wekî qeyûm tayîn kiriye.

“Danîna qeyûman binpêkirina peymanên navneteweyî ye”

Baroyan ragihand,"Lêpirsîn û danîna qeyûman bi eşkereyî binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye pabendê wan e."

Baroyan diyar kir ku rêbazên lêgerîn, desteserkirin û girtinê jî binpêkirina xalên 2, 19, 20, 127 û 138ê yên destûrê ne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku danîna qeyûman li şûna kesên hilbijartî li dijî demokrasiyê ye û divê ev rêveber vegerin ser karê xwe.

"Em dê demokrasiyê û îradeya gel a li dijî qeyûman biparêzin"

Baroyan herî dawî got, "Em tekez dikin ku em dê demokrasiyê û îradeya gel a li dijî qeyûman biparêzin."

Divê were gotin ku doh Dadgeha Mêrsînê derbarê Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan de biryara girtinê da.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştre Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî şaredariyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst