Cîgirê Serokê HUDA PARê: Şerm e ku zimanê 25 milyon Kurdan tenê dersa bijarte be

14-01-2023
RÛDAW
Cîgirê Serokê HUDA PARê: Şerm e ku zimanê 25 milyon Kurdan tenê dersa bijarte be
Cîgirê Serokê HUDA PARê: Şerm e ku zimanê 25 milyon Kurdan tenê dersa bijarte be
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Mehmet Huseyin Yilmaz li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şerm e ku zimanê 25 milyon Kurdan tenê dersa bijarte be û got: “Divê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Li dibistanên navendî û seretayî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serlêdanên ji bo dersên bijarte ev heftiyeke destpêkirine û beşek ji sazî û rêxistinan ji bo hilbijartina dersên bijarte yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî di nav malbatên Kurd de kampanya dane destpêkirin û Rûdawê jî rûmalên taybet derbarê kampayayê de dike.

Divê çarçoveyê Peyamêrê Rûdawê Abdulselam Akincî nêrîna Cîgirê Serokê HUDAPARê Mehmet Huseyin Yilmaz wergirt.

Mehmet Huseyin Yilmaz got: “Niha li Tirkiyê 25 milyon Kurd dijî û ziman wan bibe zimanê dersa bijarte şerm e. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Dema ku me di sala 2012an de partî damezrand, me di bernameya xwe de got ku divê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî yê duyemîn. Ya duduyan jî divê Kurmancî û Kirmanckî li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê û zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Lê îro qanûnên Tirkiyê rê nadin vê yekê. Di bin navê Zimanên Zindî de wek dersa hilbijartî tê dayîn. Em nikarin bi vê têr bibin.”

Yilmaz anî ziman ku ew dersên bijarte yên dersên Kurdî têr nabînin û wiha pê de çû: “Em daxwaz dikin ku Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê. Lê dîsa jî divê Kurd ji bo zarokên xwe Kurdî wek dersa hilbijartî hilbijêrin, zarok zimanê xwe yê zikmakî tercîh bikin û hîn bibin. Armanca me ya dawî ew e ku em Kurdî pêşî wek zimanê perwerdeyê û paşê jî wek zimanê duyemîn yê fermî bidin naskirin.”

Yilmaz got ku ew wek partî her sal piştgiriyê didin kampanyayên ku ji bo dersên bijartê tên lidarxistin û di vî warî de cesaretê didin alîgirên xwe.

Hêj biryara tevlîbûna tifaqê nehatiye dayîn

Herî dawî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anibûn.

Mehmet Huseyîn Yilmaz diyar kir ku partiya wan hêj biryara tifaqê nedaye û got: “Em niha di nava tifaqekê de nînin. Eger endamên me biçin parlamentoyê, dê dîsa jî yek ji rojeva me ya herî girîng perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî be. Ji ber vê yekê divê Kurd jî piştgiriya me bikin.”

Yilmaz, anî ziman ku Yapicioglu û Erdogan beriya niha jî gelek caran hevdîtin pêk anîne û got ku di van hevdîtinan de der barê zimanê Kurdî de nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine.

Cîgirê Serokê HUDAPARê Mehmet Huseyin Yilmaz herwiha got: “Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokomar Erdogan salê carekê an jî du caran dicivin. Di van hevdîtinan de em daxwazên xwe yên di derbarê pirsgirêk û zimanê kurdî de radigihînin. Ji ber ku em Misilman û bira ne, em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Dipirsin di sindoqê de çend deng hene. Ji bo ku em bikarin xwe bidin qebûlkirin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê divê dengên me zêde bibin û xelk piştgiriya me bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst