Baroya Wanê li ser destdirêjiya 2 leşkerên Tirkiyê bo ser jineke Efxanî daxuniyek belav kir

14-01-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Destdirêjî Leşkerên Tirkiyê Baroya Wanê Koçberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê derbarê destdirêjiya 2 leşkerên artêşa Tirkiyê bo ser jineke koçber a Efxanî li ser sînor raporek belav kir û got: “Du leşkerên ku grûbeke koçberan birine ser sînor, L.M  (jina koçber a Efxanî) ji wê grûbê veqetandine û destdirêjiya wê kirine. Ew jina rûbirûyê destdirêjiya herdu leşkeran bûye piştî tê dersînorkirin, bi derfetên xwe hatiye xaleke sînorî ya cendermeyan û ew leşker destnîşan kirine û derbarê wan de gilî tomar kiriye.”

Baroya Wanê derbarê destdirêjiya 2 leşkerên Tirkiyê bo ser jineke koçber a Efxanî ku 4ê Çileya 2023an li navçeya Mehmudiyê ser bi parêzgeha Wanê li ser sînor pêk hatibû, raporek amade kir û roja Înê 13ê Çileya 2023an li navenda baroyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên raporê belav kirin. Di dema daxuyaniyê de hejmarerek nûnerên saziyên civaka sivîl, mafnas, sendîka û komleyên jinan jî amade bûn.

Baroya Wanê di rapora xwe de diyar dike ku herdû leşkeran destdirêjiya jina koçber a Efxanî ya bi navê L.M. kirine û dibêje “Dû leşkerên ku grûba koçberan birine ser sînor L.M  (jina koçber a Efxanî) ji wê grûbê veqetandine û destdirêjiya wê kirine. Ew jina rastî destdirêjiya herdû leşkeran hatiye piştî tê dersînor kirin, bi derfetên xwe hatiye xaleke sînorî ya cendermeyan û ew leşker destnîşan kirine û derbarê wan de gilî tomarkiriye.”

Baroya navborî dide zanîn ku Serdozgeriya Komarî ya peywendîdar biryara nihênî bo dosyeya destdirêjiya leşkeran bo ser koçbera Efxanî daye û dibêje “Armanca biryara nihênî ji bilî nîgeraniyên metirsiya li ser lêkolînê, zêdetir veşartina dosyeyê ye ji raya giştî.”

Baroya Wanê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku derbarê mijarên hestiyar ên wek koçberên jin de polîtîkayên guncav bide destpêkirin û rûbirûyî hemû corên tûndûtûjiya li hember jinan bibe.

Baroya Wane tekez dike ku ew dê piştevaniya hemû jinên rûbirûyê tûndûtûjiyê dibin, bikin û dibêje: "Bûyera bi serê L.M. hatiye ne yekem e, ew jinên koçber ku di serî de ji ber şer û sedemên din hatine Tirkiyê ji bilî destdirêjiyê rûbirûyê gelek nehiquqiyan dibin. Em dê heta dawiyê proseya vê dosyayê jî bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst