Omer Ocalan ji bo dersa Kurdî bang li malbatan kir

14-01-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Omer Ocalan HDP Zimanê Kurdî Dersa Bijarte Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Omer Ocalan diyar kir ku ew nîqaşkirina zimanê Kurdî wek zimanê bijarte qebûl nakin û got “Armanca ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.” Herwiha ocalan bang li gelê Kurd kir ku bila dersîn Kurmancî û Dimilî hilbijêrin.

 Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan beşdariya bultena Rûdawê bû û di derbarê dersa zimanê Kurdî û rexneyên li ser kampanyayên HDPê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Omer Ocalan ji bo dersa Kurdî bang li malbatên Kurd kir û got “Li vir nîşanek heye. 25 milyon Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê an jî li Metropolên Tirkiyê dijîn, zimanê dayikê wek zimanê bijartî were nîqaşkirin, em vî tiştî qebûl nakin. Milletkî ku bi sedsalan li  vê ernîgariyê Kurdistanê jiyan dike, zimanê Kurdî bibe wek zimanê bijartî, em vê xalê bi awayekî tund rexne dikin. Lêbelê li vê derê derfeteke heye, helbet têrê nake lê ev derfet ji bo zimanê Kurdî zaravaya Kurmancî an Dimilî em bangewazî dikin bila gelê me serî lê bide. Dê û bav ji bo zarokên xwe ji bo nasnama xwe bila zimanê xwe hilbijêrin. Ev tişt neyê wê wateyê em tevî polîtîkayên Tirkiyê dibin.  

“Em Rûdawê pîroz dikin”

Ev karên ku hûn dikin karekî pîroz e. ji ber vê yekê em di vê xalê de Rûdawê pîroz dikin. Di bin nasnameya Kurdî de polîtîkayeke ragihandinê dimeşîne. Kurd ji bo nasname û çanda xwe di nav hewldanan de ne, di vî warî de HDP û DBP jî tevlî vî karî dibe. Hinek partiyên din ên ku teşakîlatên wan li Kurdistanê hene ew jî tevlî dibin. Di wê xalê de pirsgirêk tuneye. Armanca têkoşîna me jî ji bo vî zimanî ye. Dema netewek ziman û çanda xwe wenda bike, netewa xwe wenda dike, armanca têkoşîna me namîne. Ji bo wê yekê bingeha têkoşîna me ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Li Rojhilata navî 40 milyon Kurd li Kurdistanî jiyan dikin. Li Tirkiyê tiştek erzan e, nirxê mirovatiyê erzan e, nirxên rihê Kurd û Kurdewariyê ji aliyê dewletê ve bi şiklekî erzan nêzik dibe. Em van tiştan rexne dikin.”

Li ser rexenyê ku cima HDP ji bo zimanê Kurdî kampanyayê bihê û berfireh nake Ocalan wiha bersiv da:

“Em ji kesî natirsin, em ji wîjdanên xwe ditirsin. Ên ku di bin sîwana HDPê de siyaset dikin Tirk be, sosyalist be femînist be dê zimanê Kurdan re rêzê bigre. Zimanê Tirkî, Erebî û Ecemî çewa pîroz be, lazim e nêzikatiya wan li hemberî Kurdî jî bi vî şeklî be. Cudabûn di navbera zimanan de tuneye. Lê li vê derê tiştek heye zimanê Kurdî li her çar dewletên rojhilata navîn de hatiye eciqandin. Bişaftineke bi sedsalan hatiye ajotin, li hemberî wêbertek lazim in. Raste me ji bo gelek qadan kampanya meşandiye wek înên sivîl.

Zimanê Kurdî li vî welatê tenê wek zimanê bijartî were hilbijartin an jî were qebûlkirin, ne rast e. Lê wek partî em vê yekê wek derteteke pir girîng dibînin. Em dîsa bang dikin. HDP 6 milyon deng distîne, ji sedî 90ê wî denhê Kurdan e. Di wî alî de bila gumana tu kesî tunebe, zimanê Kurdî daxwaza me ya sereke ye. ya ku me dike millet û netew ev ziman e. Dema zimanê Kurdî di bin qanûnên Tirkiyê de were çareserkirin, beşên din dê bixwe werin. Em bangewazî dikin û em dê heta 21ê mehê jî ji bo ziman em dê xebata xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst