Ji ‘Şêx’ re na nebû wî jî jin tazî dikirin û vîdeoyên wan digirtin

13-12-2023
RÛDAW
Wêneyekî dijîtal
Wêneyekî dijîtal
Nîşan Şêx Jin Nivişt Xapandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çîroka "Şêx"ê ku jin tazî dikirin û vîdeoyan digirtin bi pirtûkeke niviştan dest pê dike.

Xortê ku pirtûkeke niviştnivîsînê bi dest xist bi şev û rojan bê xew û xwarin li ser pirtûkê xebitî.

Piştî demekê dev ji karê xwe jî berda û hemû jiyana wî bû “pirtûka niviştan.”

Piştî xwendineke zêde di torên civakî de malperek ava kir.

Di demeke gelekî kurt de gelek kesan jê xwest ku ji wan re niviştan çêbike. Wî jî yekser dest bi vî karî kir û pereyekî baş bi dest xist.

Piştî demekê fêhm kir ku dikare ji “mişteriyan” gelek tiştên din jî bixwaze çimkî “NA” nebû jê re.

Xortê niviştçêker piştî demekê navê “Şêx” li xwe kir û xwe zêdetir da nasandin.

Şêx ji mişteriyê dewlemend pereyên bêhtir wergirtin lê bi çûyîna zemên re pereyan jî çavê wî têr nekir.

Piştî demekê ji mişteriyên xwe yên jin cilên wan ên binî xwestin da ku "diayan li ser wan binivîse."

Dema ku fêhm kir jê sînor û “NA” nînin ji xwe re daîreyek kirê kir û ji mişteriyên xwe xwest ku werin vê daîreyê.

Êdî ku mişteriyên wî yên jin dihatin ji wan dixwest ku xwe tazî bikin da ku “diayan” li ser laşê wan binivîse.

Şêx vîdeoyên jinên tazî digirtin û li cem xwe tomar dikirin. Jinan ji tirsa newêribû gilihê wî bikin û tewr ji kesî re behs jî bikin.

Mexdûrên Şêx her ku çû zêdebûn û heta niha jî kes nizane wî çend jin xistine xefk û davikên xwe.

Bi zêdebûna mexdûran re nav û dengê Şêx û niviştên wî belavtir bû û herwiha dewlemendiya wî jî zêdetir bû.

Rojekê xwendekarekê di telefonê de jê re got, “Ev du sal in ez dersên xwe de bi ser nakevim. Ez dixwazim çavên mamosteyê min li ber xeletiyên kor bibin û şaşiyên min nebîne.”

Şêx lê vegerand, “Hêsan e, gelekî hêsan e lê jê re pereyekî baş divê.”

Xwendekarê perê ji xelkê deyn kirin û gihandin Şêx lê ma bi niviştan ders baş dibin!

Xwendekarê piştî demekê telefonî Şêx kir û got, “Tu derewîn û sixtekar î.”

Xwendekarê piştre çîroka Şêx ji birayê xwe re got û wan gilihê wî kir.

Polîsan Şêx desteser kir. Pê re çend telefon hatin dîtin ku di wan de vîdeoyan gelek jinên tazî hebûn.

Şêx di lêpirsînê de li xwe mikûr hat lê navê wî ji Şêxîtiyê ket “lîsteya reş.”

Evdilbasit Ferhadiyê ku 40 salî li Herêma Kurdistanê dadwerî kiriye serpêhatiya “Şêx” a ku li Hewlêrê rû daye ji Rûdawê re eşkere kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst