Li Hezexê qeyûm hatin protestokirin

13-11-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Hezex Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, di salvegera danîna qeyûm de bo Şaredariya Hezexê protesto hat kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê 13ê Mijdara 2019an Hevşaredarên Şaredariya Hezexê Songul Erden û Murat Şen ji kar dûrxistin û li şûna wan qeyûm danî.

Îro 13ê Mijdara 2022ê li Hezexê di salvegera danîna qeyûm de li ber avahiya rêxistina HDPê bi beşdariya Parlementerên HDPê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nuran Îmir, endam û rêveberên rêxistinên HDPê yên navend û navçeyan daxuyanî hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya Hezexê Songul Erden û Murat Şen ku li şûna wan qeyûm hatibû danîn jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Parlamenterê HDPê Hasan Ozguneş ragihand, ku danîna qeyûman nenaskirina îradeya gelê kurd bû û got: “Bi taybetî gotineke ku hikûmeta AKPê dibêje heye. Digot; ‘îradeya gel di ser her tiştî re ye.’ Lê ne wisa bû. Bi danîna qeyûman re ev nîşanî me da. Ev tê wateya ku îradeya gelê kurd û hêzên demokrasiyê nas nakin. Ev jî ne naskirina hiqûqê ye. Di heman demê de nebûna çanda demokrasiyê û nîşaneya vê hişmendiyê ye. Îro li 59 şaredariyên ku hikûmeta AKPê qeyûm lê danîne, gendelî berdewam e. Nûnerên siyasî, bi taybetî Mehmet Agar ku bi her cureyên qirêjiyê re bû, her dem digot ku divê li deştê siyaset bê kirin. Ango digot; ‘Wer in siyaseta xwe di siyaseta demokratîk de bimeşînîn.' Me li dijî faşîzmê û bi her cureyên demokratîk li ber xwe da û heta aştî û demokrasî tê vî welatî jî dê têkoşîna me berdewam be.”

Hevseroka Şaredariya Hezexê Songul Erden ku qeyûm li şûna wê hat danîn jî got, ku danîna qeyûman li şaredariya wan, sepandineke nehiqûqî û nedadmendane bû. Lê me tu carî li hemberî van zordariyan û hikûmeta AKPê paş de gav neavêt û em ê neavêjin jî. Gelê kurd çawa ku bi derziyê erd koland û av derxist dê wisa jî li ber xwe bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst