Xelkê Heseke ji ber parzûngehên ne yasayî yên petrolê dinal in

13-11-2022
RÛDAW
Li bakurê rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dûkela parzûngehên ne yasayî yên petrolê asmanê navçeyê dagirtiye.
Li bakurê rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dûkela parzûngehên ne yasayî yên petrolê asmanê navçeyê dagirtiye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xelkê li gundewarên Tirbespiyê, Rimêlan, Girkê Legê û gundên Koçeran li başûrê Dêrikê ji ber parzûngehên ne yasayî yên petrolê dinal in ku bêhneke nexweş jê derdikeve. Xelkê deverê gelek ji wê bêhnê aciz e û ew dibêjin, bandoreke gelek xirab ya dûmana wê ya reş heye, ew dû dibe sedema nexweşiyên weke penceşêr û celta dil.

Li bakurê rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dûkela parzûngehên ne yasayî yên petrolê asmanê navçeyê dagirtiye.

Karkerê parzûngeha ne yasayî Hisên Mihemed Ebbad dibêje: “Ez ji 8-9 salan ve di parzûngehann de kar dikim. Tevî jehr û metirsiyên ku ev parzûngeh çêdikin, lê em neçar in li wan kar bikin, daku em debara jiyana zarokên xwe dabîn bikin. Em kar bikin nan heye û eger em nekin nan nîne. Tevî jehr, nexsweşî û metirsiyan divê em li wan kar bikin, ti bijardeyeke din li ba me nîne.”

Ev parzûngeh 24 demjimêran kar dikin. Barhilgir petrol xav bo wan tînin, piştre bi rêya proseya şewitandinê di bin erdê de, benzîn û mazotê ji wê petrola xav cuda dikin, piştre bo benzînxaneyan tên şandin.

Welatî Ebû Esead jî got: “Ev kurrê min Ehmed, her 10-15 rojan divê ez wî bibim ba pizîşk, tengenefesî li ba wî çêdibe, her carê divê 70-75 hezar lîre lê xerc bikim, ev jî ji ber jehra ku parzûngeh derdixin, ku 400-600 metre tenê dûrî me ne.”

Li Nexweşxaneya Niştîmanî ya Heseke jî rêveberê tendisstiyê Dr.Îsa Xelef-wiha dibêje: “Diyar bû ku rewşên iltîhab, tengenefesî û nexweşiyên demdirêj wek rebwê yên pişikê li navçeyê zêde bûne. Jehrên ku ji van parzûngehên demkî derdikevin bûne sedema zêdebûna nexweşên penceşêrê, û bi taybetî penceşêra pişikê.”

Dawiya 2014ê, destpêka 2015ê parzûngehên petrolê yên ne yasayî  li bakurê rojhilatê Cezîra Rojavayê Kurdistanê derketin meydanê. Li gor zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine zêdeyî 100 parzûngehên petrolê yên ne yasayî  li wê navçeyê kar dikin. Li gor Rêveberiya Tendisrustiyê ya Heseke zêdeyî 25 hezar kesan ji ber van parzûngehên petrolê yên ne yasayî  bi nexweşiyên xirab wek rebwê û penceşêrê ketine, tevî ku zerarên zêde digihînin jîngeh, zevî, çandinî , teyrik û ajelan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst