Rûsya dixwaze balafirxaneya Qamişlo ji bo 49 salan kirê bike

13-11-2019
RÛDAW
Balafirxaneya Qamişloyê li jêr destê hêzên hikûmeta Sûriyê ye
Balafirxaneya Qamişloyê li jêr destê hêzên hikûmeta Sûriyê ye
Nîşan Qamişlo Rûsya Rojava Balafirxaneya Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya dixwaze balefirxaneya navdewletî ya li bajarê Qamişloyê ji bo dema 49 salan kirê bike.

Pisporên serbazî li Moskow dibêjin, egereke mezin e ku Rûsya bingeheke xwe ya serbazî li bajarê Qamişlo ava bike da ku çavdêriya mûşekên Amerîkî li Rojhilata Navîn bike.

Ji aliyê xwe ve aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bihêzkirina pêgeha Rûsya şer ji deverên Kurdî dûr dixe, lê li aliyeke din ve dibe ku bandoreke wê ya nerênî li ser doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bike.

Rûsya ji bo avakirina baregeheke nû ya hewayî  li Sûrî, balafirgeha Qamişloyê ji bo 49 salan bi kirê digire.  Ev agahî, ji aliya hin şareza û li hin dezgehên ragihandinê tên îdîakirin. Lê peyvdarê Kremlînê Dmîtriy Peskov dibêje, haya wî ji wan agahiyan nîne.

Pisporên serbazî dûr nabînin, ku Moskow, ji bo çavdêrîkirina moşekên Amerîkî yên li Rojhilta Navîn, dikare navenda xwe ya birêvebirina moşekan, li Qamişloyê bicih bike.

Îro Rûsya li Sûriyeyê xwedî 2 baregehên serbazî ye; Yek ji wan baregeha asmanî ya li Hmeymîm e ku zêdetir ji 20 firoke û 10 helîkoterên şer û moşekên S-400 lê hatine bicihkirin. A din jî baregeha serbazî ya deryayî ya li Tartûsê ye û eger baregeheke din jî li Qamişlo jî bê avakirin, hinge Rûsya dê tevahiya asman ji Derya Spî bigere ta kendavê kontrol bike.

Aşkere ye ku plana avakirina baregeha li Qamişlo ne ya îro ye. Lewma, weke tê zanîn, di rêkevtina Soçiyê de bajarê Qamişlo û derdora wê, ne ketine nava devera dewriyeyên hevbeş ên serbazên tirk û rûsan.

Vladîmîr Yevseyev dibêje, “Rûsya li gor peymana xwe ya li gel hikûmeta Sûriyê, dikare li her cihekê Sûriyê baregeha xwe ava bike. Lê vê gavê bi baweriya min behsa bicihkirina helîkopteran tê kirin. Ew jî ji bo dabînkirina ewlehiya dewriyeyên li ser sînor pêwîst e.” Yevseyev tekez jî dike ku ji bo avakirina baregeheke serbazî pêwîstî bi dem heye.

Ev bajarê Qamişloye yê ku Moskow plana avakirina bargehekê lê gotûbêj dike, balafirxaneya navdewletî ya bajêr, navendeke serbaziya Rûsyayê ye, lê diyar e ku mijara berfirehkirina wê navendê di rojeva Moskowê de ye.

Siyasetmedarên Kurd ji dû aliyan ve vê mijarê şîrove dikin, ji aliyekî ve bihêzkirina pêgeha Rûsiya li deverê, şer dûr dixîne lê ji aliyekî din ve, dibe ku ji bo doza Kurdî di pêşerojê de bibe rêgir.

Sekreterê El Partî û Endamê Serkirdayetiya MSDê, Nesiredîn Îbrahîm, “Hem ji bo bihêzkirina pêgeha hikumeta Sûriyê hem ji bo aramiyê girîng e, niha Rusiya xwe weke garantor nîşan dide.”

Hevdem bi hatina Rûsya,kontirolkirina Rojhilatî Firatê ji aliyê Şamê ve, hesan dibe, ku niha li balafirxaneya navdewletiya Qamişlo 200 fermandarên rûsî û 50 otomobîlên serbazî yên Rûsyayê hene, ku biryare çekên giran jî li wê balafirxaneyê bêne bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst