Bane: Hêzên ewlehiyê yên Îranê du keçên Kurd girtin

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bane Xwepêşandan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê du keçên Kurd girtin û piştî temamkirina soza ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin, ew berdan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro Pêncşemê hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malekê de girtin û 2 keçên bi navê Rojîn û Ruya bi tometa beşdarbûna xwepêşandanên rojên borî li wî bajarî girtin.

Li gor zanyariyan her du keçên 18 salî hatin girtin û soz dan ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin û serbest hatin berdan.

Di rojên derbasbûyî de çendîn xwepêşandan li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji wan jî bajarê Baneyê hatin lidarxistin.

Xwepêşandan roja 18ê Îlona 2022an li dijî kuştina keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqî yên Îranê ve dest pê kir. Hikûmeta Îranê ji bo bidawîkirina xwepêşandanan hewldanên xwe zêde kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst