VÎDEO – Bûyera trafîkê: Serê şofêr ji laşê wî cuda bû!

13-10-2016
RÛDAW
Serê ajovan ji bedenê cuda bû
Serê ajovan ji bedenê cuda bû
Nîşan Hewlêr Bûyera trafîkê Ajovan (Şofêr)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê ji ber pêşbirka navbera ajovanên du otomobîlan, ajovanek dibe du parçe û jiyana xwe ji dest dide.

 

Berdevkê Rêveberiya Trafîk a Hewlêrê, Fazil Hacî Hisên di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber pêşbirka di navbera 2 otomobîlan ji core Pick Up de, ajovanê kamyonekê kontrola xwe ji dest dide û li otomobîleke li tenişta xwe dide.”

 

Fazil Hacî Hisên got: “Di encama bûyerê de ajovanê otomobîla ku li ber cadeyê sekinbû, dibe du kert û serê wî ji bedena wî cuda dibe û jiyana xwe ji dest dide.”

 

Hacî Hisên herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer di demekê de bûye ku yek ji otomobîlan xwe li tenişteke kamyonê xişandiye û di encamê de ajovanê komyonê kontrola xwe ji dest daye û ji rê derketiye û xwe bi otomobîleke din xişandiye.”

 

Derbarê wî kesî de ku di bûyera îro de jiyana xwe ji dest daye, Berdevkê Rêveberiya Trafîk a Hewlêrê da xuyakirin, ku ew kes xelkê bajarê Hewlêrê ye.

 

Fazil Hacî Hesen herwiha da zanîn, ku ajovanê yek ji otomobîlên Pick Up û herwiha ajovanê kamyonê hatine girtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst