Hewlêr (Rûdaw) - Tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bo nav rêzên hizban û pêşmergatî kultûreke kevin e, bi heman awayî destberdan ji pêşmergatî û vegera wan bo Rojhilat jî bi salan e ku heye.
Kêm caran hebûye ku pêşmergeyek bi xwasta xwe vegeryabe û ceza bi ser de hatibe sepandin, lê ji bextê Şakir Bêhrûzî rewş cuda bû.
Weke kesûkar hevalên wî dibêjin, bûyera ku Bêhrûzî pê hatiye tometbarkirin û cezayê îdamê bi ser de hatiye sepandin, ti pêwendî bi wî ve nebûye.
Kesûkarê Şakir Bêhrûzî yê bi navê Arif Welzî dibêje, “Şakir got ez dixwazim bêm aliyê Başûrê Kurdistanê û tevlî refên şoreşa azadîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê bibim, min jê re got ev şaşitiyek mezin ji ber ku bûyer qewimiye, tu çend saetan piştî bûyerê ji Rojhilat dakevî Başûr, ev tê wê wateyê ku peywendiya te li gel bûyerê heye ku her çiqas wisa nebe jî. Lê mixabin wî gotinên min guhdarî nekir.”
Şakir Bêhrûzî heyamekê pêşmergeyê Hizba Demokrat bû, weke her kesekî din xwastiye vegere Rojhilat û weke kesûkar û nêzîkên wî dibêjin, navendên emnî li Urmiyê soz dane malbata wî ku bila vegere û nayê cezakirin.
Arif Welzî, dibêje jî, “Paşê got ez dixwazim vegerim Rojhilat, lê min jê re got keysa te aloz e, dezgehên rejîmê dê kêmasiyên xwe bixin stûyê te. Lê wisa diyar bû, ew li gel malbata xwe di têkiliyê de bû. Rejîmê ji malbatê re gotibû kurê xwe bînin, ti karek me bi kurê we tune ye. Mixabin Şakir Bêhrûzî vegeriya û hat girtin.”
Şakir Bêhrûzî vegeriya, beriya 2 salan hate girtin û bêtirî salekê di bin lêpirsînê de bû, çavkaniyên agahdar ji Rûdawê re dibêjin, di jorên emnî yên Urmiyê de di bin îşkenceyê de dan bi tometekê dadinê ku ti pêwendiya wî pêre nebûye.
Roja 9ê vê mehê bi tometa kuştina pasdarekê, dadgeha Îranê cezayê bidarvekirinê bi ser Şakir Bêhrûzî de sepand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse