Nexweşê nav cihan dema hat desteserkirin krîza dil lê da

13-08-2024
RÛDAW
Suleyman Sabrî Mavî dema hat desteserkirin krîza dil lê da
Suleyman Sabrî Mavî dema hat desteserkirin krîza dil lê da
Nîşan Suleyman Sabrî Mavî Nexweş Girtî Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nav cihan Suleyman Sabrî Mavî yê 84 salî dema li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat desteserkirin krîza dil lê da.

Nexweş nav cihan Suleyman Sabrî Mavî ku li Geverê melayekî naskirî ye, ji ber xutbeya Kurdî doz li wî hatibû vekirin.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayê 8 sal û 9 mehan ê hefsê yê Suleyman Sabrî Mavî pesend kir.

Hêzên ewlehiyê, li Geverê di mala wî de Suleyman Sabrî Mavî desteser kir.

Suleyman Sabrî Mavî dema hat desteserkirin krîza dil lê da.

Kurê wî Selîm Mavî ji Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî re behsa rewşa bavê xwe kir.

Selîm Mavî da zanîn ku dema krîza dil li bavê wî dide, tîmên tenduristiyê wî dibin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê bijîşkên dil nebûne.

Bi gotina Selîm Mavî, bêyî ku çareseriyeke baş ji bavê re bê kirin, hêzên ewlehiyê wî dibe girtîgeha Wanê.

“4 caran hat anjokirin”

Selîm Mavî derbarê rewşa tenduristî ya bavê xwe wiha got:

“Wan bavê min tevî ku nexweş e biriye Girtîgeha F Tipiyê ya Wanê. Dilê wî ji sedî 18 kar dike.

Jixwe beriya bi 6-7 mehan 46 rojan di bin çavdêriya hûr de ma. Wê demê çar caran anjo bû.

Bijîşkan li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê dîsa anjo kir û paşê me bir Stenbolê.

Lê bijîşkên li wê derê, xwe berê nekirin û me ev bir Nexweşxaneya Zanîngeha Uludagê.

Li wê derê ji me re got, ji sedî 96 laşê wî çûye. Nexweşxaneya dewletê bi xwe rapor daye ku ji sedî 96 laşê wî nemaye.

Nexweşiya wî gelekî giran e û heta ku bi serê xwe nikare avdesta xwe bike.”

“Bavê min li ser bêbextiyan hatiye girtin”

Derbarê dosya bavê xwe jî Selîm Mavî jî wiha got:

“Bavê min li ser bêbextiyan hatiye girtin. Li vê derê ziman ji sedî 99 yek ziman e.

Nabe bibêjin bi zimanê ku ji sedî 99 nezanin weazan bide. Xutbe jî ya Xwedê ye.

Bavê min jî xwest bi Kurdî weazan bide, ji ber ku em Kurd in û em hemû Kurdî dizanin.

Wê demê dozgerên FETOyê hebûn. Wan li ser bavê min da.

Bavê min sala 2011an 8 mehan di girtîgehê de ma lê ji ber nexweşiyê hat berdan.

Paşê dosyaya wî şand Colemêrgê û li wê derê ceza ji wî re hat birîn.

Ceza çû Dadgeha Bilin û paşê jî ceza li wê derê hat erêkirin. Hincet jî bêîtiatiya sivîl e.”

Selîm Mavî da zanîn ku wan niha bi rêya parêzeran îtiraz kirine û wiha domand:

“Bavê min mela ye û di rêya Xwedê de û wî tiştekî xirab nekiriye. Wî xwîndariya sedsalî xilas kiriye û ew kesekî aştîxwaz e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst