Girtiyê nexweş piştî 30 salî hat berdan

19-05-2024
Nîşan Şehmuz Îlhan Girtî Nexweş Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Şehmuz Îlhanê ku 30 salî girtî ma, ji girtîgehê derket û vegeriya Şirnexê.

Şehmuz Îlhan 30 sal in girtî bû û herî dawiyê li Girtîgeha Wanê dihat girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Şehmuz Îlhan sala 1994an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat desteserkirin û rastî şkenceyên giran hat.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê li Şehmuz birî.

Şehmuz Îlhanê nexweş piştî ku hat berdan vegeriya Şirnexa Bakurê Kurdistanê.

Şehmuz Îlhanê li Silopiyayê ji hêla Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TUHAD-DER û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê Îlhan û girse bi hev re derbasî mala malbata wî ya li Silopiyayê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst